11 maj 2023

Tirkiye bûye meydana şerê çeteyan

Tirkiye berê jî ne tu welat bû, tu carî nebû welatekî demokratîk û ewle. Metodên mafyayê, çete, faşîst tim wek hêzeke dewletê ya dizî hatiye bikaranîn.

Tirkiye ji bo kurdan tim dewleteke antî-kurd e. Bi nêzîkbûna hilbijartinan ra gelekî xerabtir bûye, bûye erdekî mayinkirî û kanalîzasyoneke pir genî.

Exlaq di binê sifirê da ye, derew, bêbextî, telaqreşî, komplo bûye siyaseta siyasetmedarên tirk. Li hemberî hev her bêbextitê, her bêexlaqîyê dikin.

Bêexlaqî daxistine hetanî doxînê, ji dêlî minaqayeşeyeke siyasî bi edeb, bi vîdeoyên seksê şerê hev dikin.

Tiştê meriv dibîne mahdê meriv digerîne, verşiya meriv tîne, lê ev siyaseta wan a esasî ye.

Ji hesinê pîs şûr baş çênabe…

XXX

Heger pirîska aqil bi tirkan ra hebe careke din Erdogan nakin serokê Tirkiyê. Di 14ê gulanê da qezenckirina Erdogan û Bahçelî ne ji bo me kurdan tenê, ji bo tirkan jî felaketeke mezin e.

Heger tirk dixwazin ji dîktatoriyê, ji îdareyan çeteyan, ji birçîbûnê xelas bibin dibê îslamîstan û faşîstan, AKPê û MHPê ji ser hukim bixînin.

Li dinyayê tu welatî ji îdareya faşîstan û îslamîstan xêr nedîtiye. Faşîst û îslamîst li kîjan welatî hatibin ser hukim, ew welat bat û wêran kirine, ji demokrasiyê, ji medeniyeyê dûr xistina, bûne sebebên bobelatên mezin.

Tecrûbeya Musollînî, Franco, Hîtler, Mustafa Kemal, Xumeynî, Talîban, Mursî, Erdogan, Hizbullah, Daîş li ortê ye.

Her welatê faşîst û îslamîst lê hatibin ser hukim mala wî welatî, wî miletî şewitiye.

Dibê hûn tirk bizanibin, em kurd tenê naşewitin, hûnê jî di agirê me da bişewitin.

XXX

Gelek kes bûne wek teyrê baskşikestî, teyr nikanibe bifire pir zor e. Êrîşên dijmin yên bênabên, şertên jiyanê yên giran, bêtifaqî û teşxeleyên nabêna siyasetmedaran însan gelkî westandine, ji canê xwe bêzar kirine.

Ne karê giran tenê, atmosfera siyasî jî meriv diwestîne... 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE