11 maj 2023

Mêrik bêhemdî li xwe mikur hatiye

Serokê Tirkiyê Erdogan ban ”birayên xwe yên kurd kirine”, dîsa demagojîya ”birayiya”(!) kenê guran pê tê kiriye, gotiye:

-Bêguman kêmasiyên me jî hene, tiştên me dixwest bikin, lê me nikanîbû bikira jî hene…”

Ev rast e. Bi vê gotina dawî li xwe mikur hatiye, bêhemdî nêta xwe daye der.
Bi rastî jî dixwstin ne Efrînê û Serê Kaniyê tenê, Kurdistana Rojava bi tevayî dagir bikin û kurdan bi zar û zêçên wan va, bi qiç û pîlan va ji wir derxînin, Kurdistanê ji kurdan paqij bikin, tirk û ereban li gund û bajarên kurdan
 bi cî bikin.

Lê tam bi ser neketin, pilana wan nîvçe maye.

Pilana wî nîvçe ma.Rast e, dixwestin Kurdistana Federe jî hilweşînin, ji Zaxoyê bigrin hetanî bi Dihokê, Mûsilê, Şingalê dagir bikin, lê di vê pilana xwe da jî tam bi ser neketin.

Heger careke din qezenc bikin ewê bixwazin vê pilana xwe bibin serî, li başûr û rojavayê Kurdistanê hin herêmên hîn dagir nekirine jî dagir bikin. Armanca wî, xem û xeyala wî ev e, ji bo ku bigihîje vê hedefa xwe ji kurdan alîkariyê dixwaze…

XXX
Meriv dibêje belkî Kurdistan vala bûbe, kurdan gişan koçî bajarên Tirkiyê kiribin.

Her daxwaza hevaltiya ji min ra tê ji metropolên Tirkiyê ye. Ez bala xwe didim profîlên wan, ji Wanê, Qersê, Mêrdînê, Amedê, Agriyê, Mûşê, ji bajarekî Kurdistanê ne, lê li Tirkiyê dijîn.

Meriv dibêje belkî Kurdistan vala bûye, kurdan gişan koçî Tirkiyê kirine. Bi taybetî jî Stenbol, piraniya daxwazên hevaltiyê ji Stenbolê tên.

Berê kurd ji bo xwendinê diçûn Tirkiyê, nuha bûye wek bajarekî piraniya kurdan dixwazin lê bijîn.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE