12 maj 2023

Ker dixebitin hesp dixun.

Dîktator ne bi qeweta xwe tenê, bi alîkarî û piştgiriya hinekên din dîktatoriya xwe û saltenata xwe didomînin.
Feqîr, fiqareyên motajî pariyek nanê tisî ne bi rayên xwe Erdogan, diz û çeteyên dora wî li ser hukim dihêlin, hinekî din zengîn dikin.

Bela sebeb negotina xizano bi raya xwe nizano.

Heger xizanan bi raya xwe zanîbûna ray nedidan Erdogan, dibê ji sedî deh jî negirta.

Adeteke tirkan ya serîhildana li hemberî zulmê, dîktatoriyê tuneye. Hêvî dikim di 14ê mehê da vê carê surprîzekê bikin, vî nav û întîbaya xerab ji ser xwe rakin.

 XXX

Meriv dibêje belkî Kurdistan vala bûbe, kurdan gişan koçî bajarên Tirkiyê kiribin.

Her daxwaza hevaltiya ji min ra tê ji metropolên Tirkiyê ye. Ez bala xwe didim profîlên wan, ji Wanê, Qersê, Mêrdînê, Amedê, Agriyê, Mûşê, ji bajarekî Kurdistanê ne, lê li Tirkiyê dijîn.

Meriv dibêje belkî Kurdistan vala bûye, kurdan gişan koçî Tirkiyê kirine. Bi taybetî jî Stenbol, piraniya daxwazên hevaltiyê ji Stenbolê tên.

Berê kurd ji bo xwendinê diçûn Tirkiyê, nuha bûye wek bajarekî piraniya kurdan dixwazin lê bijîn.

XXX

Li navçeya Îzmirê Menderesê, li çayxaneyekê di nabêna du gurûban da li ser pera şer derketiye, 5 kes hatine kuştin, du kes jî birîndar in.

Ya sitar !

Ev wahşet nîşan dide însan ne li ser hemdê xwe ne, dîn bûne, psîkolojiya însanan pir xera bûye.

Ji bo pera meriv qetlîameke wiha nake.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE