12 maj 2023

Di nav dijminan da jî ferq heye

Gelşên siyasî û îdeolojîk ên nabêna me dibê tu carî me nekin heval û piştgirê dijmin û rejîma îro ya antî-kurd.

Normal e partiyên me di warê siyasî da carnan li hev nekin, cihê bifikirin, werin hemberî hev.

Ev cihêbûna siyasî gerek nebe sebebê meriv bibe hevalê dîktatoriya Erdogan.

Gerek ji bo me ya muhîm kar û berjewendiyên netewî bin, li gorî wê em gavan bavêjin û tifaqa çêkin.

Erdogan ji bo kurdan êdî bêyî xerabiyê, zulmê, dagirkirinê tiştekî din nake. Bi gurên boz ra rejîma Erdogan ji bo kurdan berdewamiya perîşaniyê ye.


Ketina Erdogan û Bahçelî li kar û berjewenda miletê kurd e, ji bo hersê perçên Kurdistanê jî koalîsyona Erdogan û Devlet Bahçelî ji cepheya din pir talûketir e, pêşdabirina şer û dagirkeriyê ye.

Lema jî hêvî dikim rejîma Erdogan-Bahçelî têk biçe.

Lê hîn jî bawer nakim Erdogan di 14ê mehê da têkçûnê qebûl bike. Di destê wî da gelek îmkanên sextekariyê, hîlebaziyê hene. Heger ferq pir ne mezin be wek numûneya belediya Stenbolê ewê serketina mixalefetê qebûl qebûl neke.

Ya din jî dibê mixalefet bikanibe li rayên xwe xwedî derkeve, bikanibe rê li ber sextekariyê bigire.
Ez bawer nakim dîktatorekî wek Erdogan bi hilbijartinê têkçûna xwe qebûl bike. Lê hêvî dikim ev texmîna min şaş derkeve.

Gava ez viya dibêjim ne ku hêviyeke mezin ji Kiliçdaroglu îktîdara CHPê dikim. 

Na, ne ji ber wê ye, ji ber ku ketine Erdogan û rejîma wî baştir dibînim, ev yek li Tirkiyê kane gelek tiştên em nuha texmîn nakin bi xwe ra bîne, li Tirkiyê bibe sebebê  gelek bûyerên ji bo me kurdan baştir bin.

Çimkî em zanin Erdogan ewê çi bike, ji xwe mêrik eşkere dibêje. Dibêje ewê Demirtaş tu carî bernede. Ev tê maneya ewê bi hezaran kurd di zindanan da bimrin.

Lê em baş nizanin Kiliçdaroglu û hukûmeta wî ewê çi bike?
Di nav dostan da jî, di nav dijminan da jî ferq heye, dostên meriv jî gişk ne wek hev  baş in, dijminên meriv jî gişk wek hev ne xurt, ne êrîşkar, ne talûke ne. Dibê meriv ferqa nabêna dijminên xwe bibîne, hesabê wê jî bike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE