13 maj 2023

66 mele dagirkirina Efrînê ji bo misilmanan wek serketinekê dibînin

66 Mele û alimên Îslamî beyaneka piştgiriya Erdogan belav kirine, di beyana xwe da xwestine misilmanên Tirkiyê û Kurdistanê di hilbijartina 14ê gulanê da rayên xwe bidin Recep Tayyip Erdogan.

Di nava 66 meleyan da du meleyên kurd jî hene.Yek, serokê Yekîtiya Zanayên Misilmanên Cîhanê Elî Qeredaxî ye, yê din jî Seyid Ehmed Pêncewînî ye.

Di beyan, pesnê kar û xebatên Erdogan ji bo misilmanan tê dayin. Pesnê piştgiriya Erdogan a bi Azerbêcanê, Lîbyayê û dagirkirina Kurdistan Rojava tê dayin.

Yanî 66 meleyên misilman û serokê misilmanên cîhanê Elî Qeredaxiyê kurd dagirkirina Efrînê, Serê Kaniyê, Girê Sipî û koçberkirina bi hezaran kurdên mezlûm ji bo misilmanên dinyayê wek serkeftinên baş dibînin û pesnê vê jenosîda Tirkiyê ya li hemberî kurdan dimeşîne didin.

Elî Qeredaxî, Seyid Ehmed Pencewînî û îslamiyên wek wan bûn çeteyên Erdogan û faşîstên tirk, bûne neyarên miletê kurd.

Ev belavoka 66 meleyên îslamî piştgiriya zulm û terora rejîma Erdogan e, piştgiriya dagirkirina Tirkiyê ya rojavayê Kurdistanê ye, piştgiriya qetlîamên Tirkiyê ye. Xwediyên vê îdeolojiyê ji însanîyetê bêpar in, faşîstên îslamî ne.


XXX

Serokê Tirkiyê Erdogan pêr(10/5) li Batmanê gotiye:

”Hetanî em hebin ewê nikanibin Demirtaş ji bendîxanê derxînin. Heger hûn derketina wî naxwazin me hilbijêrin.”

Mêrik eşkere dibêje min Demirtaş û bi hezaran kurdên din êsîr girtine, hetanî ez li ser hukim bim ezê nehêlim ew werin berdan û ji bo vê neyartiya xwe jî ji kurdan alîkarî xwestiye.

Cesareteke ecêb e, çawa diwêre neyartiya xwe hewqasî eşkere bike meriv matmayî dimîne.

Diyar e mêrik kurdan pir bêxîret dibîne, lema ya dilê xwe bêtir gotiye…

XXX

Wezîrê karên hundur yê Tirkiyê Suleyman Soylu, bi emrê Erdogan çawa qeyûm danîne ser belediyeyên HDPê eşkere kiriye, gotiye:

”Serokkomarê me ban min kir, got Suleyman, ez ji van belediyeyên HDPê nerehet im. Di du rojan da me giş ji wezîfê girtin.”

Ev îtîrafa Soylu jî nîşan dide Tirkiye ji dewletbûnê derketiye, bûye organîzasyoneke di destê çeteyan da.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE