14 maj 2023

Mêrik kurd him zilamê dewletê ye, him xwe wek kurdperwer nîşan dide

Geleo Abdurrahman Kurtê şûrkêş û paşmêrê Erdogan kurd e ya tirk e?
Mêrik hosteyê siyasetê ye, dostê her kesî ye. Him hevalê dijmin e, him dostê kurda ye.

Li gorî bîyografîya wî ji Amedê ye, lê ne bi kurmancî, ne jî bi zazakî nizane, tim bi tirkî dipeyive û fedaîyekî Erdogan yê ji dil e. Gelo ev kurd e ya tirk e? 

Çimkî li Amedê tirk jî hene.

Abdurrahman Kurt merivekî ji rûvî jî konetir e, bi şelafîya xwe gelek aliyan îdare dike. 

Abdurrahman Kurt merivekî ji rûvî jî konetir e, bi şelafîya xwe gelek aliyan îdare dike. 

Him merivê Erdogan û dewltê yê herî bi qîmet e, him jî di nav hin kurdan da wek "kurdperwerekî" (!)rûmet e. Wek Erdogan gelek aliyan bi hev ra îdare dike. Deve tev hawid dixwe kes nabîne.

XXX

Di twîtterî da odeyên zimanê minaqaşeyê bi tirkî ye jimara guhdaran bi sedan e,odeyên ziman bi kurdî ye jimara guhdaran 6-7 kes in. 

Yanî tirkî li ber dilê kurdan şîrîntir e, rehettir e. Em çiqasî davêjin jê da, reş dikin jî bêfeyde ye,destê kurdan jê nabe. Belkî jî ez neheq im...

XXX

Di medyaya sosyal da hin însan bi hesab û navên sexte li kesên nasnameyên wan eşkere, kesên gelkî hêja, munewer gelek bêedebî û heqaretên mezin din. Bêexlaqîya herî mezin însan bi navên sexte ji xelkê ra gotinên ne xweş bibêje. Tu ferqa van kesan ji ajan û muxbîran tune ye.

XXX

Şairê bi nav û deng Abullah Peşêw di vê nivîsa xwe da li ser Erdogan çend tespîtên pir muhîm kirine, li ser Erdogan û rejîma wî analîzeke hêjayî xwendinê ye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE