14 maj 2023

Gelo Erdogan ewê têkçûna xwe qebûl bike?

Îro di tarîxa Tirkiyê û Kurdistanê da rojeke muhîm e, li Tirkiyê û bakurê Kurdistanê kurd û tirk diçin ser sindoqan. 

Anket û texmînên pisporan hemû dibêjin heger hîle, sextekarî neyê kirin Erdogan qezenc nake, ketina wî sedîsd e. 

Di tu anketekê da qezenc nake.

Lê her kes ne bawer e Erdogan qezenc neke jî têkçûnê qebûl bike, dev ji kursiya xwe berde.

Texmîna min jî ew e, ez dibêjim rayên wî ji sedî 30 be jî ewê bibêje min qezenc kir.

Hêvî dikim ev texmîna min şaş derkeve.

Lê netîceya hilbijartinan çi be jî sibe, 15ê gulanê ewê sakîn derbas nebe, ewê rojeke mişt bûyer û teşxele be. Îhtîmala şer û teşxeleyên mezin heye.
Lê belkî jî di 14ê mehê da zafere xwe îlan nekin, qezenkirinê bihêlin tûra duduya. Ev îhtîmal jî heye. Heger wer bikin jî ewê Erdogan dîsa bikin serok.

Ditirsim li hin deran êrîşî kurdan bikin. Înşela bela xwe di kurdan nedin, xwe bi xwe bi hev kevin.

Rojnamevanan, siyasetmedaran qala gelek îşaretên sextekariyê kirin.

Hesabên sosyal yên gelek kes û rojnamevanan girtine.
Surprîzên dinyayê pir in, belkî surprîzeke nuha em texmîn nakin me matmayî bihêle.

Înşela çi biqewime jî di lehê me da be.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE