14 maj 2023

Erdogan bi hilbijartinê hat ser hukim lê bi hilbijartinê naçe

Wek min texmîn dikir, Erdogan dibêje wî % 51.40ê rayan girtiye û ew 10 pûan li pêş Kiliçdaroglu ye.
Rayên Kemal Kiliçdaroglu jî xwedêgiravî %42. 77 e.
Helbet ev reqem ne rast e, vir e, îcada wî ye.

Ray hîn bi tevayî nehatine hilbijartin, ji sedî 64ê sindoqan vebûne, lê ez bawer nakim netîce were guhertin. 

Kiliçdaroglu ji sedî 70î jî bigire, Erdogan ewê bibêje min qezenc kir û nehêle doba duduya.

Erdogan bi rayên milet hat ser hukum, lê bi rayên milet nakeve. Ez viya tim dibêjim. 

Li Tu dera dinayayê dîktator bi rehetî, bi hilbijartinê ji ser hukim nakevin. Erdogan qet nakeve. 

Dibê bi zor were xistin. Bêyî wê tu riyeke din tune ye. Heta sax be kursiya xwe nade. 

Dibê bi ço, bi zor, bi kotek were xistin.

XXX
Li Tirkiyê û Kurdistanê sindoq hatin girtin. Nikanim netîceyê texmîn bikim.

Bi texmîna min Hak-Parê vê carê rayên xwe pir zêde bike.Hewake wer heye. Înşela rast be.

Bi qasî min di medyaya sosyal da xwend li çend ciyan êrîşî mişahidên Partiya Çep kirine. Lê ne bûyerên mezin in.

Hêvî dikim bûyerên mezin çênebûbin û tezkereya Erdogan jî were tijekirin.

Ketina Erdogan ne ji bo me tenê, ji bo cîranên Tirkiyê û Yekîtiya Ewrûpayê jî baş e, ewê ji pişta Pûtîn here; zilamekî Pûtîn yê herî muhîm, herî bi kêr, herî xurt ewê ji pişta wî here.

 XXX

Ev du roj in havîn hatiye Stockholma xopan, 20 derece germ e, me kêf kiriye.

Em qahwa xwe li hewşê vedixun, ez bi tena îşligê pîkin û pantorê kin digerim. Yanî min ne bihar, havîn aniye.

Îsal me xweşikî bihar nedît, gulan wa ye comerdiyê dike.

Hêvî dikim biharek xweş were welatê min Kurdistanê jî.

Ev çend sal in me ruyê biharê nedîtiye, tim qirr û qeşa ye, pûk e, tozan e, em qerisîn.

Hêvî dikim hilbijartinên îro ji me bibe destpêka bihareke nuh, bîna me hinekî were ber me.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE