15 maj 2023

Dibê meriv ji têkçûn û serketina xwe dersekê bigire

Erdogan çerxa hîle û firldaqan baş digerîne, mêrik şahê vî îşî ye, dixwaze heqiyekê, bingehek huqûqî bide sextekariyên xwe.

Netîceya hilbijartinan ez xemgîn kirim. Yê herî bêtir li zirarê ye dîsa kurd in. Namzedên wan ê serokkomariyê hebûya nuha li karê bûn, nuha di pozîsyoneke hîn xurttir da bûn.

Dibê kurd kumê xwe deynin ber xwe û baş bifikirin, gelo bi vê siyaseta bi tirkan ra em rast dikin ya şaş dikin?

Bi baweriya min siyaseteke netewîtir rasttir e, em nikanin qûna Tirkiyê rast bikin.

Xwezî wiha nebûya. Lê dîreksîyon di destê Erdogan da ye, bi kîjan alî da bişkîne, berê erebê bide kîjan alî erebeyê wê da here.

Lîstik jî, micadele jî berdewam e.

XXX
Berpirsiyarên Heyeta Hilbijartinê hîn tiştekî konkret negotine. Li gorî medya dinivîse heta nuha ji sedî 47ê sindoqan vebûne. Berê gotin ji sedî 64. Hin ajansên Erdogan tew dibêjin ji sedî 85ê sindoqan vebûne, hin dibêjin ji sedî 77.

Lê reqema serokê Heyeta Hilbijartinê 47 e. Lê heta nuha %47 ne normal e, dibê jimar gelkî zêdetir bûya. Qey ji bo sextekariyê texîr dikin. Netîceya tu hilbijartinê hewqasî bi derengî neketioye.

Tirkiye welatekî pir qeşmer e...

Diyar e hîn baş cî nedane hîle û sextekariyên xwe, li ser dixebitin.

Belkî bihêlin sibe. Ez nikanim zêde bipêm, ezê herim rakevim.

2023-05-14 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE