15 maj 2023

Çima Erdogan vê carê jî wenda nekir?

Bêguman bi vê netîceya hilbijartinan ez xemgîn bûm, lê şaşmayî, matmayî nemam.

Piraniyeke mezin, herî kêm ji sedî 90ê tirkan pantirkîst û antî-kurdin in. Rayên partiyan girtine îspata vê yekê ye. 

Kî dijminê kurdan be, ew ezîzê ber dilê tirnan e. Civateke wiha demokrasiyê, wekheviyê, edaletê tercîh nake.

Min bi dil û can dixwest Erdogan û cepheya wî bi ferqeke mezin têk biçe. 

Lê nebû. Li gorî reqemên resmî Erdogan %49.45 girtiye. Bi baweriya min ji %49,5 bîna hîleyê tê, fena ku reqemeke çêkirîbe xuya dike. Yanî Erdogan hilbijartin mexsûs hîşt tûra duduya. 
Helbet çend pûanên vê reqemê rayên hîle ne. Lê ne giş, dibê meriv qebûl bike mêrik hîn jî xurt e.

Jixwe netîceya dilê min dixwest aqilê min, faktayên li ber destê min qebûl nedikir. Min zanîbû Erdogan têkçûnê qebûl nake.

Piraniyeke mezin, herî kêm ji sedî 90ê civata tirk irqçî, faşîst û ultra antî-kurd e.
Kî pir antî kurd be piraniya tirkan jê hez dikin û rayên xwe didinê. Hetanî kurd bindest bin tirk ewê dev ji vê fanatîzma irqçî, antî kurd bernedin.

MHP, BBP, Îyî Partî û bi dehan partiyên din di asasê xwe da ne partiyên siyasî ne. Ji ber ku antî-kurd in, faşîst in tirk rayên xwe didin wan.

Ji sedî nêzî 99ê partiyên tirk irqçî, faşîst û ant-kurd in. Ji sedî 2-3ê tirkan belkî ne antî-kurd in, yên mayî gişên wan bi hin nuansên cihê pantirkîst û antî kurd in.

Lema jî tu carî ji siyasetmedarên demokrat, lîberal, ne pantirkîst hez nakin.

Mesela faşîstekî wek Sînan Ogan %5.2 ray girtiye. Ev jî dike 2 milyon û 800 ray.

Faşîstekî wek Sînan Ogan bi tena serê xwe hema hema bi qasî HDPê-YPSê ray girtiye.

MHPê, Îyî Partiya Meral Akşenerê ji YPSê zêdetir ray girtine.

Çima hewqas ray girtine?
Çimkî dijminên miletê kurd in, sebebê hebûna wan neyartiya kurda ye, bêyî antî-kurdbûnê bingeheke wan a sosyolojîk, siyasî, îdeolojîk û madî tuneye.

Piraniya CHPê û AKPê jî irqçî, faşîst, pantirkîsit û antî kurd in.
Miletê bi piraniyeke mezin destegê bide Erdogan, Bahçelî, Akşener, Sînan Ogan dev ji heq, huqûq, edaletê, demokrasiyê berdaye, irqçîtî, faşîzim, pantirkîzim, antî kurdayetî ji xwe ra kiriye îdeolojieyeke netewî.

Kî pirtir neyarê kurdan be ew şîrînê ber dilê tirka ye, tirk rayên xwe didin wî. Şexsê wî, qerekterê wî, îdeolojiya wî ji bo ji sedî 90ê tirkan qet ne muhîm e, ji wî kesî hez dikin û destegê didinê, dikin serokê xwe.

Lema tirk hewqasî ji Erdogan hez dikin, lema tirk yekî wek Bahçelî ji ser serê xwe kêm nakin.

Sebebê hebûna MHPê, BBPê, Îyî Partiyê, Erdogan, Bahçelî û Sînan Ogan, Destecî dijminatiya kurda ye.

Piştî ku realîteya civata Tirkiyê ev e dibê kurd dev ji guhertina tirkan berdin, wek tirkan ew jî bibin nasyonalîstên kurd, dev ji partiya ”Tirkiyê” berdin, siyaseteke nasyonalîst bimeşînin.

Hilbijartina serokkomariyê ma tûra duduya. Ji sedî 12ê hilbijêran beşdar nebûne. Gelo mimkûn e Kiliçdaroglu di tûra duduya, di 28ê gulanê da rayên xwe zêde bike û qezenc bike?
Ez bawer nakim. Kiliçdaroglu 5 pûana li paş e, ez bawer nakim qezenc bike.
Ne bi heq, ne jî bi hîle Erdogan wê îmkanê nadê.
Jixwe wek kurdekî elewî ne mimkûn e Kiliçdaroglu zora Erdogan bibe, tirk tu carî vî şansî nadin wî. in ev yek çend caran nivîsî.


Li Ewrûpayê di hilbijartinan da gava rayên partiyekê kêm dibe serokê wê îstîfa dike. Hela em binêrên serok û berpirsiyarên HDPê-YPSê ewê çi bikin?

XXX

Ji bo tirkan pantirkîzim û antî-kurdayetî ji feqîriyê, ji birçîbûnê, ji bêkariyê baştir e. Dibêjin bira serokê me, dewleta me antî-kurd be, bira şerê kurdan bike, bira em bêkar, birçî û tazî bin.

Bira kurd rehet nekin, azad nebin, bira em perîşan bin, bira serokê me dîktator be, diz be, bertîlxur be.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE