16 maj 2023

Rûdaw dev ji zimanê xwe yê nayê fêmkirin bernade

Sernivîseke Rûdawê wiha ye:

”Hêzên Rûsyayê bêyî Tirkiyê gereke çavdêriyê li Kobanî encamdan”

Yanî çi?

Ji vê sernivîsa wek porrê dînan meriv tiştekî fêm nake, bi kurmancî meriv wiha nabêje.

”Encam” bûye benîştê devê mixabirên Rûdawê, di cî da, ne di cî da wek jokêr tim bi kar tînin.

”Encam dan û encam dan”, ev peyva ”encam da” çi ye, kê îcad kiriye, maneya wê çi ye ez nizanim.

Bi kurmancî maneya ”encamê” dawî, talî, netîce ye. Lema jî di vê sernivîsê da tiştekî ”encam” daye tune ye.

Leşkerên rûs bêyî leşkerên tirk derketine dewriyê, derketine kontrolê.

Rûdaw dev ji vê "encam da" yê bernade, bûye mubtelayê vê gotina jokêr.

Civînê ”encam da”, ”gera çavdêriyê encam da”, ”encam da ” û ”encam da”, her tişt encam dide.

”Encam da” wek peyveke jokêr di cî da, ne di cî da, di her derê da tê bikaranîn.

Leşkerên Rûsyayê bêyî Tirkiyê li Kobanê çi kirine?

Leşkerên Rûsyayê bêyî Tirkiyê gereke çavdêriyê kirine, derketine gereke çavdêriyê, derketine kontroleke çavdêriyê.

Leşkerên Rûsyayê bêyî Tirkiyê derketine dewrîya çavdêriyê. Ya jî leşkerên Rûsyayê bêyî Tirkiyê li Kobanê derketin kontrolê.

Yanî meriv kane bi gelek hawayê jê tê fêmkirin bibêje. Lê Rûdaw li gotinan li hev digerîne, dike porrê dînan û dibêje de fermo fêm bikin me çi gotiye?

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE