22 maj 2023

Riya nivîskariyê

Nivîskarê amerîkî Stephen King nivîskarekî pir berhemdar e, mubarek wek fabrîqeya nivîsandinê dixebite.
Nuha 76 salî ye 76 kitêb nivîsîne.
Camêr ji bo her saleke umrê xwe romanek nivîsîye. 350 milyon kitêbên wî hatine firotin.
Aqilê meriv nagire. Ji her kitêbek dolerek girtibe dike 350 milyon dolar. Yanî mêrik bi qelema xwe bûye milyarder.

Min tu romaneka wî nexwendiye. Ez ji edebîyata tirsê, polîsî, science fiction hez nakim.
Carê min hewil da bi swêdî romaneka wî ya qalind bixwînim lê min nikanîbû biqedanda.

Vî nivîskarê xwediyê 76 romanan li ser nivîskariyê, meriv çawa dibe nivîskar şîretek li kesên dixwazin bibin nivîskar kiriye, gotiye:

”Heger tu dixwazî bibî nivîskar, berî her tiştî dibê tu van du tişan bikî: pir bixwînî û pir binivîsînî.”

Di nav me kurdan da yên pir dinivîsin hene, lê yên pir dixwînin hindik in.
Li ba me nivîsandin rehet e, xwendin zor e. lema jî meriv karê rehet tercîh dike.
Xwendin di nav tirkan da jî pir kêm e, pir ne dûr e ev tembelî, ev kultur ji tirkan di me gerîya be.

-Bixwîne, bixwîne, bixweîne. Her tiştî bixwîne, pûş û pelaş, qilasîkan, baş û xeraban hemûyan bixwîne û fêm bike ew çawa hatine nivîsîn. Eynî wek şagirdekî li hosteyê xwe temaşe dike. Bixwîne! Wê hezim bike. Dûra binivîsîne. Heger baş be, ev tê wê maneyê tu fêr bûyî. Heger xerab be, ji pacê bavêje bira here.!
William Faulkner

-Nivîsan din tam eksê seksê ye. Dema tam diqede xweş e. Hunter S.Thompson

-Nivîskarekî baş ne ruhê xwe tenê, ruhên hevalên xwe jî bi dest dixîne.
Friedrich Nietzsche

-Mîqtar(Jimar), qelîteyê dixuliqîne. Heger te çend tişt tenê nivîsandibe tu mahkûmî wendakirinê ye.
Ray Bradbury

-Ez şiîrê dinivîsînim, çimkî di tenêtiyê da hez dikim bistirêm. Şiîrê dinivîsînim, çimkî di serê min da 10.000 fikir hene.
Şirîrê dinivîsînîm, çimkî sebebekî wê tuneye, çima wê tuneye. Şiîrê dinivîsînim, çimkî di nav çarîkekê da ya jî di seranserê jiyana min da çi were bîra min dibêjim, riya herî baş ev e.

Allen Ginsberg

-Dîrokzan qeyd dike, romannivîs dixuliqîne.  
E.M.Forster

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE