22 maj 2023

Irqçîtî û barbarîyeke wiha nehatiye dîtin


Çend xortên me li Qadikoya qeza Stenbolê ji ber ku bi kurdî kilam gotine û govend girtine pûlisên tirk ew girtine, destên wan li paş piştên wan kelemçe kirine û dûra jî giş bi dev û rû va li erdê dirêj kirine û Sirûda/Marşa Mehter ya irqçî, faşîst bi wan dane guhdarîkirin.

Ev îşkence ye, irqçîtî ye, sûcekî li dijî mirovahiyê ye. 
Dibê baroyên Kurdistanê, partiyên kurdan, parlamenterên kurd, siyasetmedar û ronakbîrên kurd hemû bi dengekî bilind li dijî vê barbariya irqçî ya pûlisên tirk derên û cezakirina wan bixwazin.

Koalîsyona îslamî-faşîst ji rejîma nazîyan jî derbas kir. Îşkencê, terorê, irqçîtiyê êdî li orta bajaran dikin û vîdeoyên wê jî belav dikin, ji bo kurd û hemû dinya bibînin ew çiqasî barbar in.

Pûlisên kîjan welatî sûcekî wiha kiribûya wezîrê karên hundur ewê tavilê ew ji kar bigirtana û di heqê bûyerê da beyana bida.

Lê hukûmet bêdeng e, xwe kerr dike, fena ku tiştekî wiha nebûbe.
Çimkî babarî û irqçîtiya pûlisan kiriye li gorî dilê hukûmetê ye jî, hukûmet vê cesaretê dide pûlisan û faşîstên  wan ên siwîl.

Hukpûmet ne li pişta wan be nikanin wiha bikin, hukûmetê destûra êrîşên wiha, îşkenceyên wiha daye pûlisên xwe, pûlis zanin ew çi bînin serê kurdna jî ewê ji wan ra bimîne, kesê ji wan hesab nepirse.

XXX
Bibînin PDK û YNK di meclîsê da çawa li hev dikin !
Wek neyarên hev bin li hev dixin.

Ev şer, ev dîmen ne elameta xêrê ye, îşareta bûyer û pêşerojeke pir ne xweş e.

Hêvî dikim serokên wan nehêlin bûyer mezintir bibe, riya aqil û lihevkirinê hilbijêrin.

Dawiya vî aqilî, vê siyasetê felaket e,dibê her kes bizanibe.

XXX
Kahrê sêwî nabe nêrî. K. Kiliçdaroglu kahrekî sêwî ye, çimkî eslê xwe înkar dike, qewmê xwe red dike.

Lema jî ji dêlî bi mêranî li dijî faşîst û pantirkîstên tirk rabe, xwe ji kurdan dûr dixe, bi faşîstên tirk ra dikeve reqabeta tirkçîtiyê.

Kurd rayê nedin yekî wiha ne neheq in.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE