23 maj 2023

Nivîsên bi herfên mezin hatine nivîsîn nayên xwendin

Di medyaya sosyal da hin kes carnan nivîsên bi herfên mezin(versalan A,B,C) belav dikin.

Nivîsên, e-postên, mesajên bi herfên mezin xwendina wan pir zahmet e.
Ez bi xwe nivîsên bi herfên mezin hatine nivîsîn naxwînim, nikanim bixwînim. Nikanim herfan taqîb bikim.

Xwendina metneke tevayiya wê bi herfên mezin him pir zor e, him ji alî estetîk va ne xweş e, him jî wek nivîskar ew bi hêrs nivîsîbe û bi herfên mezin wê hêrsa xwe nîşanî xwendevanan dide.

Kitêb, rojname, kovar, meqale, belavok bi herfên mezin nayên nivîsîn. Çimkî xwendina herfên mezin him pir zor e, him jî hinekî bêhurmetîye.

Nivîsa xwerû(giş) bi versalan tê maneya, hêrsê, qahrê, qîrînê. Tu hêrs bûye û tu dixwazî xwendevan jî, kesên nivîsa te dixwînin jî bizanibin te ev nivîs bi hêrs nivîsîye.

Ev yek qaîdeyeke bicîbûyî ye.

Mesajek,metnek bi herfên mezin nayê maneya girîngiya wê, hêrsokî, nezanî û qebetiya xwediyê nivîsê nîşan dide. Yê hember wer fêm dike.

Dibe sebebê meriv di heqê xwediyê nivîsê da hin tiştên şaş, ne xweş bifikire.

E-maîl û mesjaj, twîtt qet bi herfên mezin nayên nivîsîn, yên dinivîsin şaşiyê dikin, maneya nivîsîna bi herfên mezin nizanin.

Cumle bi herfa mezin dest pê dike. Nav, paşnav, navên taybet, navên welatan bi herfên mezin tên nivîsîn, lê ne hemûyên navan.

Heger hûn herfên mezin ji bo balkişandinê bi kar tînin hûn şaşiyê dikin, ji dêlî herfên mezin nîşana neynûkê bi kar bînin.

Wê demê meriv fêm dike nivîskar xwestiye balê bikşîne ser wê gotinê, ya jî ew gotin ne ya wî ye.

Lêkolîn nîşan didin mejiyê însên ne herfên mezin, herfên biçûk rehet fêm dike, herfên mezin zor qebûl dike. Çav jî di xwendina versalan, herfên mezin da zahmetiyê dikşîne.

Ya din ji ber ku xwendina herfên mezin di warê dîtbarîyê û estetîk da jî zahmettir e, zewq û eşqa xwendinê jî bi însên ra xera dike. Gava çav diweste meriv dev ji xwendinê berdide.

Heger hûn naxwazin şaş werin fêmkirin, heger hûn dixwazin nivîsên we werin xwendin dev ji bikaranîna versalan, herfên mezin berdin, herfên biçûk(gemenan) bi kar bînin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE