23 maj 2023

Şerm e paşnavê kurdekî hîn jî "Turk û Ozturk" be !

Her cara di medyaya sosyal da paşnavên ”Turk, Ozturk, Hasturk, Şenturk, Başturk” yanî paşnavên ”turk” bi ber çavên min dikevin ez pir hêrs dibim, dixwazim çavên xwe bigrim.

Gelî kurdên bi xîret û miletperwer, van paşnavên tirkî yên irqçî, pantirkîst, ên bi zor, bêyî îradeya we li we kirine li ser xwe nehêlin, biguherin.
Wek kurd şerm e paşanavê meriv ”Turk, Ozturk, Hasturk” û nizanim çi ”turk” be û doza kurdayetiyê bike.

We qet dîtiya paşnavê tirkekî ”Kurd, Ozkurd, Haskurd, Başkurd”, nizanim çi "Turk" be?

Di nav 60 milyon tirk da paşanavekî kurdbûnî bîna bîra meriv tuneye.
Lê di nav kurdan paşnavên bi sedhezaran kurdî ”Turk” û nizanim çi tirk e.
Çima hûn vî paşnavê li dijî nasnameya we ye, li dijî qewmê we ye li ser xwe dihêlin ?
Vî paşnavê irqçî, pantirkîst, antî-kurd ji ser xwe rakin, kurdên xwe nas dikin gerek paşnavekî wiha qebûl nekin, tavilê biguherin.

XXX

Sibê çend parî, nîvro heta tu kanî, êvarê dixwî, naxwî tu zanî.

Bi zikê birçî dest bi kar, nivîsînê mekin.

Sibê hûn ji xew rabûn fîncanek qahwe vexwun û pariyek, du pariyan têxin ber dilê xwe.

Qahwe zîhnê meriv vedike, meriv zînde dike.

Ez her sibe berê fîncanek qahwe vedixum, pariyekî dikim ber dilê xwe, dûra dest bi nivîsînê dikim.

Hin rojên îstîsna çêdibin, lê rûtîna min a rojane bi qahwê dest pê dikim.

Ji we gişan ra rojek xweş û bi sihet dixwazim.

XXX

Îro dîsa li Mêrdînê, li Dêrikê, li Qoserê, li Kerboranê, li Nisêbînî, Mahsert û Stewrê bi berbanga sibêre girtine ser gelek malan û 17 kes girtine.
Ji xwe ra kirine karekî rojane, her roj 20, 30, kurdî digrin. Mêrikan jiyan li miletê me kirine zindan. Teroreke wiha kesî ne dîtiue, ne bîna ye.
Ev rejîma zebanîyan ewê bela xwe bibîne lê heta wê çaxê ewê zulmeke mezin li miletê bikin.

Yê bi zulmê abad(dilşa) be taliya wî berbat e. Ew roj ne dûr e, hindik maye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE