24 maj 2023

Neyarên kurdan cepheya antî-kurd fire dikin

Serokê Partiya Zaferê Umit Ozdag gotiye bi serokê CHPê û berbijêrê serokkomariyê yê Tifaqa Milet Kemal Kiliçdaroglu ra li hev kirine, ewê piştgiriya wî bikin. Gotiye îro ewê agahiyên zêde bidin.

Umit Ozdag faşîstekî har e, pantirkîst e, neyarekî miletê kurd e, di warê îdeolojîk da ne yekî li dijî Erdogan alîkariya Kemal Kiliçdaroglu bike.

Dîyar e cepheya faşîst û neyarên kurdan di nav xwe da wezîfe par kirine, Umît Ozdag şandine ba Kemal Kiliçdaroglu, dixwazin dora Kiliçdaroglu jî bigrin.

Cepheya Erdogan di warê neyartiya kurdan da pir saxlem e, faşîst dixwazin Umît Ozdag têxin nav Tifaqa Milet, di vir da jî hêzên antî-kurd zêde bikin. Çi dibe, çi nabe, mêrikan tedbîra xwe digrin.

Heger hat û Kiliçdaroglu qezenc kir dibê nikanibe ji bo kurdan tiştekî baş bike.

Umit Ozdag rayê nade Kiliçdaroglu, piştgiriya wî nake, xayiniyê dike.

XXX

Dizên biçûk di bendîxaneyan da, dizên mezin, di koşk serayan da dijîn, welatan îdare dikin.

Însan pesnê dizên biçûk nadin, wan nadin ser serê xwe, wan nakin serokên welatên xwe.

Ji dizên mezin ra li çepikan dixin, wan dikin serokên welatên xwe.

XXX

Tarîxê serokekî wek vî mêrikî hewqasî bêar, bêrû nedîtiye. Mêrik bêarî ji xwe ra kiriye. Ne fedî dike, ne li ber xwe dikeve, derew, bêbextî li ba wî wek fisên tajiyan in, kûreya derewa ye.

Bêar gava xurt dibe bêrû dibe, namerdiya neke tuneye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE