24 maj 2023

Min bi karê hewşê pişt xist ber xwe

Ji vêsê da ye bi kar û barên hewşê û bexçe min pişt xist ber xwe. Min bi ava bi tazîq kevirên hewşê şuştin û nabêna keviran bi qûma hûr dagirt.
Makîna min a şuştinê tuneye, min ji cîranê xwe yê swêdî bi emanetî girt. Xanî firotiye, di hezîranê da dike ji vir bireve, here bajarê Gevlê.
Min got berî here ez bi makîna wî karê xwe biqedînim. Camêr merivekî pir baş e, ji pişta min dihere. Mihendizê kompîtorê û programçêkirinê ye. Çaxa serê min dikeve tengasiyê tê hawara min.

 Pişt ket ber min, lê neqediya jî, ma sibe.

Sibe dibê ez jî dîsa têkevim hinge dinga karên hewşê.
Xaniyê bi hewş xweş e, lê her sal jê ra kar lazim e. Paqijî lazim e, boyax lazim e, nuhkirina bexçe lazim e.
Yanî her sal havînê kar pir e. Ji bo kalekî daye ser 70î êdî karekî hinekî giran e.

Erê ez guh nadim kalîtiyê, li xwe danaynim kalîtiya xwe qebûl bikim, lê ev îş bi fortan nabe, dibê meriv di vî umrî da xwe li karên xortan ranekşîne. Dûra pişt dikeve ber meriv, meriv perîşan dibe.
Hêvî sibe kanibim pişta xwe rast bikim û tiştên mayî biqedînim.

Pişta min berê ne saxlem e, çend caran boçik bûm, lema heger lê ne miqate bim dîsa ewê min perîşan bike.

Îro min û xanimê me neçû meşa xwe ya rojane jî nekir. Lê danê nîvro, min pastek bi zahferan çêkir, me pê qahwa xwe vexwar. Ji zû da bû min paste çênekiribû.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE