21 maj 2023

Dibê meriv nebêje ya tu ji min î ya tu dijminê min î !

Hilbijartina tirkan gelek kes berra hev dane, hin kurdên bêhiş bera bedena kurdên ne li ser fikrê wan dane.

Ji ber ku hin kurd wek wan nakin, rayên xwe nadin partî û şexsên ew piştgiriyê dikin, ya jî hilbijartinan boykot nakin, dixin binê erdê, dikin piştgirên Erdogan ya jî kemalîst.

Li gorî yekî tu alîkariya Erdogan dikî, li gorî yên din tu alîkariya kemalîstan û dewletê dike.

Ev tiştekî şaş e, her kes carnan kane tiştê şaş bibêje, tiştê şaş biparêze, biryarên şaş bigire. Ev yek însên nake hevalê dijmin û xayin.

Her tim, di her warî da ne mimkûn e meriv wek hev bifikire, eynî tiştî biparêze.

Yê bi heq, yê tiştê rast diparêze dibê kesên din gişan tû kaka îlan neke.

Ji ber ku hespa meriv carê baş nebeziya meriv nigê wê jênake…
Ji ber ku carê meriv di meseleyekê da wek hev nefikirî meriv nabe xerab û xayin.
Ev çend car in ez li ser vê meselê dinivîsînim, dibêjim gerek em ji bo hilbijartinan gotinên ne xweş ji hev ra nebêjin, dilê hev nehêlin. Miheheq hinek rast dikin, hinek şaş dikin. Lê ji ber vê yekê dibê meriv hevdu tû kaka neke.

XXX

Di tîcaretê da, di siyasetê da meriv her tim karê nake, carnan jî zirarê dike, li zirarê derdê.

Lê kar di pişt zirarê da ye. Zirar meriv bi kêmasî û şaşiya meriv dihesîne, meriv jîrtir û zanetir dike; ji meriv ra dibe ders û tecrûbe.

Maka ders û tecrûbeyan zirar e.

Di siyasetê da gava meriv zirar kir dibê dersekê jê bigire.

XXX

-Heger diz di riyan da serbest dimeşin, du sebebên wê hene; ya rejîm dizekî mezin e, ya jî xelk zêde xêv e, ehmeq e.

Lee Kuan Yew.

-Civata exlaqê wê zeîf be, terbîya wê kêm be dibe heyranê zorban û dizan.

Andre Mauroîs

Tirk ji dizan û dîktatoran hez dikin, heger ji dizan û dîktatoran hez nekirine ewê hîn jî rayên xwe nedana AKPê û Erdogan.

XXX

Siyasetmedarên me zil zil berev dikin, mil mil belav dikin.

Bi salan bi kevçî berv dikin, bi heskê belav dikin.

Yanî xizano bi ray û tivdîra xwe nizano.

Keda me ji xelkê ra ye. Ev miletê fedekar bi salan dixebite, dide ser hev, hinekên din keda wan dixun.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE