20 maj 2023

Tirkîya kurdan jî bûye tirkîya stenbolîyan

Berê li Kurdistanê wek devokên kurmancî, devokên tirkî jî hebûn. Tirkîye Diyarbekrê, ya Mêrdînê, ya Rihayê, ya Dîlokê, ya Bedlîsê hebû.

Dema kurdek bi tirkî dipeyivî ji devoka wî meriv zanîbû ji kîjan bajarê Kurdistanê ye; amedî ye, mêrdînî ye, rihayî ye, bedlîsî ye di cî da dihat zanîn.

Lê nuha ne wiha ye, di warê zimên da jî guhertineke pir mezin çê bûye. Devok-mevok nemane, tirkiya kurdan bûye tirkiya stenbolîyan.

Li Kurdistanê devok-mevok êdî nemane, tirkîya her kesî bûye tirkîya stenboliyan. Ûkurdî jî helbet ketiye ber sikratê, li ber mirinê ye.

Kurd, jin, mêr giş êdî wek stenboliyan tirkî dipeyivin, meriv nizane kurd in, meriv dibêje belkî ji heftê û heft bavên xwe da xalis muxlis tirkên arîstokrat in.

Wê rojê min li hevpeyvîneke du şairên qoserî (Qiziltepeyî) temaşe kir.

Li hemberî tirkîya wan ez matmayî mam, devê min ji hev çû. Ilim jî tirkîya yekî ne îşî tirkî bû. Kêm tirk kanin wê tirkîyê bipeyivin. 

Belkî hin zarokên malmezinan, arîstokratan kanin tirkîye hewqasî mikemel, sosyetîk bipeyivin.

Heger min ew camêr nas nekira, kê bigota ew kurd e û ji Qoserê ye minê bawer nekira.

Şairê tirk yê herî bi nav û deng jî nikane tirkîyeke hewqasî sosyetîk bipeyive.

Li Qoserê meriv çawa kane wê tirkiya asortîk fêr bibe, aqilê min nagire!

Berê ne wiha bû, meriv tirkî çiqasî baş fêr bibûya jî devokek me hebû, gava meriv dipeyivî ji devoka meriv xuya dikir meriv ji kîjan bajarî ye.

Lê wer xuya dike di van 30-40 salên dawî da li Kurdistanê guhertineke sosyolojîk a pir mezin çêbûye, asîmîlasyonê kurd baş hêran e, devok-mevok giş ji rakirine, kurd kirine tirkên stenbolî.

Meriv vê guhertinê di tirkiya jinan da zêdetir dibîne, tirkiya jinan ji ya lawan pir asortîktir e. Jin, xwenda, nexweda gava dipeyivin meriv nizane kurd in û ji kîjan bajarî ne.

Lê wa ye tirkiya hin mêran jî bûye tirkiya stenboliyan.
Ev guhertina di warê zimên da nîşana helandina me ye, di warê zimên, devokan da jî ferqeke me û tirkan nemaye, em bûne wek tirkên stenbolî.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE