20 maj 2023

Rêberê nezan xelkê gêj dike

Kanî ji çaviyê da şolîn dibe. Serok û siyasetmedarên me wek yên xelkê ne jîr û zane ne, pêş xwe baş nabînin, hesabê şaş dikin, xelk gêj kirine.

Ev jî dibe sebebê tevliheviyê, bêhêvîtiyê, minaqaşeyên bi zirar.
Gava rêber ne şareza be, rê dernexe, xelk nizane berê xwe bi ku da ke.
Gava di siyasetê da karê meriv baş nemeşe kêmasî, sûc yê rêber e. Xeta xwar ji gayê pîr da ye.

Nezanî, ecemîtiya seyasetmedar û serokan zewq û heyecana xebata siyasî bi însanan ra nehîştiye, însan ji wan û ji siyaseta wan bêzar bûne.
Hesabê şaş zirarê dide meriv. Di hilbijartina 14ê gulanê da serokên HDP/YSPê hesabekî şaş kirin, nuha jî xuya dibe li zirarê ne.
Lê ev jî heye, heta baş xera nebe çênabe, şaşî çênebe meriv li rastiyê, li riya rast nagere.

XXX

Ji xeraba wetnê bihar nayê, ewê tim zivistan be, tim pûk û baran û tozan be

Zivistan çiqasî dirêj be jî bihar li dû ye, tu zivistan nikane pêrgî li hatina bihara rengîn bigire.

Emê ji bin zulma vê dewleta faşîst, antî kurd xelas bibin.Rêberên me îro ne tu rêber in, lê ewê herin, yên layiqî pêşengiyê miheqeq ewê werin. Tu tişt wek xwe namîne.

XXX

Cîgirê serokê MHPê Fetî Yildiz li ser tifaqa bi Huda-Parê ra gotiye, “Me dît êdî bi dewletê ra , bi cumhûrîyetê ra li hev hatine.”

Jixwe ne hewceye Fatî Yildiz bibêje, heger Huda-Parê sedîsed bawerî neda dewletê ew nedigirtin himêza xwe, 4 parlamenterî rişwet nedidan Huda-Parê.

Kurdek sedîsed nebe zilamê dewletê Erdogan û Bahçelî ne parlamenteriyê, taya xwe jî nedinê.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE