01 maj 2023

Li Tirkiyê mazata derewan geş bûye

Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan gotiye, îstîxbata Tirkiyê ”MIT”ê roja şemiyê serokê DAÎŞê, ”Ebû Husên el Qureşî” di 28ê nîsanê da li Sûriyê kuştine.

Lê negotiye li ku derê û çawa kuştine, yanî efendî baş cî nedaye vira xwe, bêbinke xuya dike.
Ji rûvî ra gotine:
-Dema tu dimeşe çima tu hewqasî li ba dike?
Rûvî gotiye:
-Ji bo ku him ji min tê, him li min tê.
Derew jî him ji efendî tê, him jî lê tê. Lema jî çi derewê bike jî heqê wî heye, lê tê.

Her ku roja hilbijartinê nêz dibe bazara derewên bi boçik û bi şirik jî geş dibe.
Tirkiye bir kuştina ”Ebû Husên el Qureşî” li wir bimîne, şîrmaqekê lî yekî Daîşî naxîne.

DAIŞê sal û nîvek berê, di 30ê mijdara 2022a da(30/11-22) got "Ebû el-Hesen El Qureşî" hatiye kuştin û ”Ebû el Husên el Qureyşî” kirine serokê xwe.

Lê negotin çawa û li ku hatiye kuştin. Bi îhtîmaleke mezin di operasyoneke Amerîkayê da hatiye kuştin. Ajansa Îngilterê Reutersê jî, medyaya Tirkiyê jî xebera kuştina "Ebû el-Hesen El Qureyşî dan.
Erdogan, nuha "Ebû el-Husên El Qureyşî" jî dikuje. Çimkî jê ra reqlam lazim e.

Tirkiye serokê hêza xwe ya çekdar nakuje. Daîş ji artêşa tirk bêtir ji bo Tirkiyê muhîm e.
Heger El Qureyşî hatibe kuştin jî ya bi destê kurdan, ya jî bi destê Amerîkayê hatiye kuştin ya jî di şerekî xwe bi xwe da hatiye kuştin. Yanî Tirkiye wî nakuje.

Ez zanim efendî ji derewa pir hez dike, mîtomanekî  qerase ye, lê dibê meriv kanibe cî bide derewa xwe, îspat bike.
Kes bi virekê bawer nake.

Çi hîkmetî îlahî ye, ji El Bexdadî bigire, hetanî bi El Qureyşî, serokên Daîşê giş li ba artêşa tirk in, li Tirkiyê û li herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyê da xuya dibin.

Jixwe El Qureyşî tirkmen e, merivê Tirkiyê ye. Tirkiye dixwaze tirkmenek, yekî ji wan serokê Daîşê be, ji bo ku hevsarê Daîşê tam di destê Tirkiyê da be. Lema jî Tirkiye merivê xwe nakuje.

Welhadsilî kelam tiştê Erdogan gotiye derew e, Tirkiye "Ebû el-Husên El Qureşî" nakuje. Meriv şervanên xwe, çekdarên xwe, fedaîyên xwe nakuje.

Daîş hêzeke girîdayî artêşa Tirkiyê ye, Tirkiye vê hêzê li başûr, li bakur û li rojavayê Kurdistanê li hemberî kurdan bi kar tîne. Hetanî Erdogan li ser hukim be Daîş ji artêş û îstîxbarata Tirkiyê nayê qetandin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE