30 april 2023

Bindestiyê hinekên me kedî kirine

Hin kurd carê elimîne xulamtiya tirkan. Bindestiyê, xulamtiya hêzên dagirker bi wan qet zor nayê, bi serdestiya tirkan û bindestiya xwe kêfxweş û serbilind in.

Wek koleyê bi koletiya xwe serbilind û bextewar be. Yê elimî ji yê cehnimî xerabtir e.
Bindestiyê ew kedî kirine. Qet nabêjin çima em bindest in, çi îşê tirkan li welatê me heye?

Kûçikê bielime hestiyan ber deriyê qesaban jê ra cinet e, naxwaze ji wir rabe.

Kurdê ji bindestiya tirkan, ji dagirkeriya welatê xwe aciz nebe, kurdê li welatê xwe ji hebûn û hukimraniya pûlis û leşkerên tirk neqehere ya merivekî totikvala ye ya jî pir bêşexsîyet e.

Dev ji dijminatiya hev berdin, dijminên we yên welatê we dagirkirine, yên bi wan ra hevaltiyê dikin; ji wan biqeherin, dijminatiya wan bikin. 

Wan ji welatê xwe derxin. Wek tirk û ereb û farisan û hûn jî bibin xwedî dewleteke netewî.

Ma qey hûn ji bo xulamtiya wan çêbûne?

Ma qey hûn ne laqiqî dewletekê ne ?


XXX

Huseyin Aygunê me yê Dêrsimî jî şûrê Ahmet Şik kişandiye, gotiye Ahmet Şik rast gotiye, kurdên miletperwer faşîst in,

”şoreşgerê miletê bindest, nasyonalîstê demokratîk tune, meriv jê ra dibêje ”mîllîyetçî-faşîst”.

Rahmet li gora kefindiz be, yê me ji kefendiz jî xerabtir e. Kîn û nefreta Huseyîn Aygun a li hemberî kurdperweran ji ya Ahmet Şik zêdetir e.

Gayê xerab tim golik e, mêrê xerab tim lawik e. Ne porsipîtî, ne rîsipîtî hin kesan naguherîne. Aqil ne di umir da, di serî da ye. Yanî kurmê şîrî heta pîrî.

Ji kûsû ra gotin:
”Ma çima tu ji mala xwe dernakeve der?
Got:
-Heta nîvro sar, ji nîvro şûnda jî êvar e.
Kêla maneya tije nabe, merivê tembel, bêkêr tim maneyekê dibîne.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE