30 april 2023

Li ser daxwazên hevaltiyê

Van rojan hin xort di Facebookê da daxwaza hevaltiyê ji min ra dişînin. Ev demeke daxwazên hevaltiyê zêde bûne. Li ser hev tên.

Keçik, jin pir hindik in, belkî ji sedî 99ê daxwazan mêr in, ciwanên law in.

Ev jî normal e, keçik bêtir xortan taqîb dikin, çima ewê kalekî umrê wî bi ser 70î ketiye taqîb bikin?

Di jiyana rojane da jî were ye. Xort bi xortan ra, kal û pîr jî bi kal û pîran ra hevaltiyê dikin.

Di medyaya sosyal da jî eynî tişt e, xort xortan, extîyar extîyaran taqîb dikin.

Helbet di herdu aliyan da jî îstîsna hene, hin keçên, hin jinên kalekî wek min taqîb dikin jî hene.

Ez bi xwe hewil didim keç û lawên bi kurdî dinivîsin taqîb bikim.

Dema daxwaza hevaltiyê ji min ra dişînin, ez li profîla wan dinêrim, hela di malpera wan da çi heye, çi nivîsîne, çi parve kirine?

Lê di malperên gelekan da nivîsek, tiştek xuya nake. Tenê navekî sexte û rismek heye.

Îro çend daxwaz ji min ra hatin, min bala xwe da profîlên wan, tiştek tê tune bû.

Profîla yekî pisik bû. Min ji pisikê tiştek fêm nakir. Yanî ji malperê ez nagihîştim qenaetekê.

Ez naxwazim daxwazên kurdan qebûl nekim. Lê meriv nizane nav rast e, derew e, kurd e, ne kurd e. Meriv dimîne di orta xelîl û celîl da, nizane qebûl bike, nizane red bike?

Ez bala xwe didim hevalên wan, heger çend kesên ez wan nas dikim hevalên wan bin ez daxwazê qebûl dikim.

Lê ev ne metodeke rast e, belkî ew jî wî nas nakin, wan jî wek min li gorî hevalên wî daxwaza wî ya hevaltiyê qebûl kiribin.

Yanî metoda min a qebûlkirina daxwazên hevaltiyê pir ne saxlem e. Lê tu metodeke din jî nayê bîra min.

Gava ez dibînim yek hevalê dijmin e, dijmin taqîb dike, tiştên xerab belav kirine, gotinên xerab ji xelkê ra gotine ji hevaltiya xwe derdixînim.
Naxwazim malpera min bibe platformeke şer û teşxeleyên nava kurdan.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE