29 april 2023

Dîndarên me ji rêberiya miletê xwe bûne rêberên dijmin

Berê, hetanî Serîhildana Şêx Seîd jî dînadarên me li dijî dagirkeriya welatê xwe bûn, rêber û pêşengên gelê xwe bûn, ji bo azadî û serxwebûna welatê xwe şerê dewleta dagirker dikirin.
Lema jî di vê riyê da canên xwe feda kirin.

Dîndarên nuha, piraniya wan bûne heval û rêberên dijmin û dewleta dagirker. Êdî ne ala Kurdistanê, ala dagirkeriyê bilind dikin, wê alê di nav kurdan da li ba dikin.

Dîndarên me yên nuha dev ji kurdperweriyê berdane, bûne tirkperwer, erebperwer û îslamperwer.
Kurdistan, azadiya kurdan êdî di vokabulera wan da, di termînolojî û retorîka wan da tune ye, here were demagojiya ”biratiya îslamî” ye.

Dîndarên miletên din rêber û pêşengên miletê xwe ne, dîndar me bûne rêber û pêşengên îslamê û misilanan…
Ev jî trajediya kes û hêzên îslamî ye.

XXX
Bertîl û bexşîşên Erdogan kurdên me yên Huda-Parê û tirkên îslamî-faşîst baş bi hev şîrîn kirine. Bela sebeb negotine, pere kevir nerm dike, meydanê li meriv dike fere.

Bertîla Erdogan kurdên bertîlxur baş nerm kirine, bûne hevîr û nêçîra gurên har.

XXX

Hin kurd ji bo kursîyeke meclîsa Tirkiyê Erdogan difirînin, di nav kurdan da baş reqlama AKPê û Erdogan dikin. Merivên ji hevaltiya dijmin şerm nekin kanin her tiştî bikin. Dîn tirra dike qewmê wî fedî dike.

Yên bûne hevalên dijmin li ber xwe nakevin, lê bêxîretiya wan meriv dihelîne.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE