29 april 2023

Gerek HDP vê zirzopiyê ji vî şîrheramaî ra nehêle

Ahmet Şik tirkekî nankor e, bêwefa ye û neyarekî kurdperwerên kurd e.

HDPê di sala 2018a da Ahmet Şik, ev şîrherama bi rayên kurdan kir parlamenter.

Ji dêlî ji kurdan ra bibêje mala we ava be, ez vê çêyiya we tu carî ji bîr nakim, îro henekê xwe bi HDPê kiriye û kurdên kurdperwer bi faşîstiyê îtham kiriye, gotiye:

Ahmet Şik çi gotiye, carê em bala xwe bidin wê.

”Gokhan Soylu: Keko, di nav alîgirên HDPê da zimanekî pir sert û sekter heye, qet qal meke…

Ahmet Şik: Hîn jî heye. Mêze, Selahedîn Demirtaş malik li me viritandiye. Xwedêgiravî em di eynî îtîfaqê da ne. Yê dike jî Selahedîn e. Tu Selahedîn ji HDPê derxînî li ortê tiştekî bi navê HDPê namîne.

Gokhan Soylu: Hesîp Kaplan mêrik ji Sirrî Sureyya Onder ra gotiye, ”dibê hûn tu carî tirkekî nekin serokê vê partiyê.” Yanî di nav vê partiyê da dînamîkekî wiha heye.

Ahmet Şik:
Ez jî ji viya nerehet im. Li vî welatî têra xwe faşîstên tirk hene, ez nikanim bi faşîstên kurd ra jî mijûl bibim keko, hewqas.”

Însan e, Ahmet Şik kanen nakor, bêbext û şîrheram derkeve. Ez viya fêm dikim.

Lê kesên ev bêbext û nankor kirin wekîlê kurdan dibê him hesabê vê bidin, him jî bêdeng nemînin. 

Dibê HDP miheqeq çend gotinan ji vî merivê bêbext û şîrheram ra bibêje û ev yek jê ra bibe tecrûbe, careke din kesên wiha nekin wekîlên miletê kurd.

Gerek dost û hevalên HDPê jî bêdeng nemînin, ew jî çend gotinan him ji berpirsiyarên HDPê ra, him jî ji vî merivê bêbav ra bibêjin.

Kurd ne mecbûrî bêbextên wiha ne, dostî û hevaltiya kesên wiha ji fêdê nade me, zirareke mezin dide tevgera kurd ya siyasî.

Dibê meriv ji tarîxa xwe, ji serpêhatiyên xwe ders û ibretê bigire. Ev 30 sal e kurd di warê legal da bi tirkan ra, bi çepên tirk ra hevkariyê dikin û di her hilbijartinê bi rayên kurdan gelekan dixin meclîsê.
Dibê muhasebeyeke van salan were kirin, bi hevaltiya wan me çi kar kir, çi zirar kir?

Di hilbijartinên 14ê gulanê da jî dibê dîsa kesên wek Ahmet Şik nebin parlamenterên kurd. Ev yek him baweriya însanan dişkîne, him jî ked û fedekariyan tê dayin heder dike.

Gotina min a dawî, dibê HDP bêdeng nemîne, miheqeq bersîvekê bide vî çeqelê nankor û şîrheram.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE