02 maj 2023

Bikir hebe bazara kurdî ewê geştir bibe

Bi qasî ez dibînim, di medyaya sosyal dixwînim û taqîb dikim di civîn û mitîngên partiyan ên hilbijartinê da axaftina bi kurdî li gorî salên berê hinekî zêde bûye.
Bikir hebe bazara kurdî ewê geştir bibe. Dibê em bikirên kurdî zêde bikin.

Hinek viya ji dil dikin, hinek jî ji xinizî dikin.
Kî ji bo çi bike jî pêşketineke baş e, kêfa meriv tîne. Lê pir hindik e, dibê kurdî bibe zimanê siyasetmedaran ê yekê, yê sereke. Ne ku carnan ji bo reqlamê çend gotinan bi kurdî bibêjin û dûra çerx bikin tirkî.

Gava ronakbîr, kesên kurdperwer qîmet û giraniyê bidin zimanê xwe siyasetmedar jî ewê mecbûr bibin propaganda xwe bi kurdî bikin.
Ziman bi pêş keve, kurdperwerî jî ewê xurttir bibe, rê ewê li ber asîmîlasyonê were tengtir bibe, asêtir bibe.

XXX
Kevirê mîhengê eyarê zêr û zîv eşkere dike. Hin serdem û bûyer jî eyarê însên derdixîne ortê; kî çi difikire, kî hevalê kê ye eşker edibe.

Ne ew dem be, ne ew bûyer be meriv nizane kî çi ye, kî dost û hevalê kê ye?

Bi xêra wan bûyeran meriv baştir hevdu nas dike. Ev jî tiştekî baş e. Hin însan dibşibin gur, gur eyarê xwe navêje. Kurmê şîrî heta pîrî…

XXX

Min do ferq kir min tirkîya zanîbû ji bîr kiriye. Do ez bi xanima birayê xwe ra peyivîm, bû pelte pelta min, min ferq kir tirkiya min têrê nake. Çend gotinên min zanîbûn di van 43 salên sirgûniyê da min ew jî ji bîr kirine.

Xwendina min, fêmkirina min hîn ne xerab e, lê axaftin bûye wek ya gundiyekî li eskeriyê tirkî fêr bûbe.

Ez pê ne xemgîn im...

XXX

Serokê Tirkiyê Erdogan dîsa baş çerx kiriye, ban tuxtorên(pizîşkên) Tirkiyê terk kirine kiriye, gotiye, ”birayên min ên ezîz, vegerin mal û welatê xwe. Dewletê her îmkanê bide we.”

Sala çûnî(2022) ji tuxturan ra got: “Tuxtorên ji bona meaşên wan hindik diçin derve, berdin bira herin. Ev der vala namîne.”

Lê nuha jî ji tuxtoran ra dibêje vegerin. Fortên wî zêde dom nekir. Lê jê ra ne muhîm e, ha got, ha negot…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE