18 maj 2023

Heta tirk ev tirk bin dîktator ewê tim serokên wan bin

Zulm bi bêdengiyê, bi serîtewandinê kêm nabe, di ser da zêdetir dibe. Ji ber bêdengiya milet hinekî din aşûnî û har dibe.

Miletê serê xwe li hemberî zulmê bitewîne, li hemberî zulmê û zulimkaran ranebe perîşantir dibe, bêtir zulmê bibîne.

Piraniya tirkan dibêjin bira kurd azad nebin bira zulm li me bibe, bira em di bin zulma dîktatorekî da binalin, bira em ruyê demokrasiyê, azadiyê nebînin.

-Her kesê şûrê zulmê bikşîne, rojekê ewê jî di binê şûrê zaliman da can bide.

Xwezî her tim wiha bibûya.

 XXX

Destana Mem û Zînê li Almanya li bajarê Wiesbadenê wek opera hatiye pêşkêşkirin. 

Ev cara pêşîye ev destana mezin dibe opera. Karekî pir baş kirine. 

Ev şahesera Ehmedê Xanî dibê ji zûda bûba Opera. Hêvî dikim tiştekî baş çêkiribin, ne operayeke êretî be.
Sipas ji bo kesên ev karê hêja kirine.

XXX

Di hilbijartinên 14ê gulanê da kurdên miletperwer tercîhên cihê cihê kirin. Hinekan hilbijartin boykot kirin, hinekan ray dan Hak-Parê, YSPê û Kemal Kiliçdaroglu.
Ev tiştekî normal e, carnan, di hin meseleyan da însan wek hev nafikire, tercîhên cihê dike.
Di nav me kurdan da jî dibé partiyén cihé, fikrén cihé hebin. Dibé meriv xwe ji viya aciz neke. Ya muhìm kurd rayén xwe nedin partiyên dijmin û kurdén hevalên dijmin.

XXX

Li Rihayê AKPê bi sextekarî parlamenterîyek zêde qezenc kiriye. Ji dêlî ku YSP parlamentekî zêde derxîne, ew dane AKPê. Li ser îtîraza YSPê jimara parlamenterên YSPê ji 4a bûye 5.

Sextekariyên wiha di piraniya sindoqan da hatiye kirin, rayên Erdogan jî bi sextekarî zêde kirine, yên MHPê û AKPê jî.

Wer li hev ragirtine di meclîsê da piranî çêkirine û rayên Erdogan jî gîhandine ji sedî 49.45.

Di vî warî da ji do da ye bi sedan numûneyên sextekariyên wan di medyaya sosyal da tên belavkirin. Sextekarî, dizî, hîlebazî karê wan e, sinetê wan e, di vî warî da pir hoste ne, şît bûne, sextekariyê nekin rehet nakin.

Reqemên resmî ne rast in, dibê YSP û CHP îtîraz bikin.

 XXX

Li derve(17/5) ximîna baranê ye, ewrekî reşî tarî, wek konekî reş xwe bera ser Dtockholmê daye.

Her sibe di vê saetê da ji ser darên hewşê dengê çivîkan(çûkan)dihat, vêsê deng ji wan biliya ye, bêyî xumîna baranê dengê tiştekî nayê.

Hewa sar e, 11 derece ye, di vê mehê da 11 derece ne tu hawe ye. Wa ye gulan jî qediya.

Lê sibe û dawiya heftê hewa ewê xweştir be.

Baranê îro veneke, gerra me jî di talûkê da ye. Hela bira xanim ji xew rabe, emê biryarekê bidin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE