18 maj 2023

Rojnamevanên mêr û jinan ji hev nagerînin

Malpera Kurdistan24ê seroka Parlamentoya Kurdostanê Rêwaz Fayiq xanim kiriye mêr. Gotiye:

”Serokê Parlamentoya Kurdistanê Rêwaz Fayiq berî civîna Parlamentoyê ji rojnamevanan re gotiye, ew hêvî dikin li ser madeyên yasaya hilbijartinan li hev bikin.”

Him rismê Rêwaz Fayiq xanimê di xeberê da bikaranîne, him jî gotine,”Serokê Parlamentoya Kurdistanê Rêwaz Fayiq…”

Qenekê risim belav nekirana…Di xeberê da ev şaşî ne carê tenê, çend caran dubare kirine.
Ev jî cumleyeke din e:

”Serokê Parlamentoya Kurdistanê tekez li ser wê yekê kir ku divê hemû hêzên siyasî amade bin ku ji hin daxwazên xwe dakevin de, da ku di xalekê de bigihin hev.”

Di vê cumleyê da tewanga nêr û mê tenê ne şaş e, cumle jî ne kurmancî ye, erebekî nuh fêrî kurmancî bibe ancax wiha binivîsîne. Nayê fêmkirin çi dibêje.

Rûdawê jî li ser eynî meselê xebereke belav kiriye. Rûdawê di xeberê da navê Rêwaz Fayiq xanimê rast tewandiye, ew nekiriye mêr. Lê tiştê nivîsîye nayê fêmkirin.

Ev jî numûneya Rûdawê ye:
” Seroka Parlamentoya Kurdistanê Rêwas Fayiq jî di çarçoveya Foruma Hewlêrê de beşdarî di Panela Dema çalakiyê: Bihêzkirina Rola Jinan di siyaseta Iraq û Herêma Kurdistanê de” kir ku bi moderatoriya Rêveberê Bernameya Rojhilata Navîn Navenda Wilson Merissa Khurma hat sazkirin.”

Rojnamevanên me nizanin cumleyekê, hevokekê rast binivîsînin, nizanin tewanga mêr û jinê rast bikar bînin, jinan dikin mêr, mêran dikin jin lê dîsa jî dibin rojnamevan.

Xwediyên vê dezgehê çima wiha dikin nizanim, lê yên van xeberan dinivîsînin ne ehlê vî karî ne, ne hêjayî wî pereyê ji bo vî karî digrin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE