Saet 08.14 ye. Min kompîtor vekir, hîn riya xwe bi Facebookê û Twitterê nexistiye. Nizanim çi binivîsînim, di serê min da mijareka sabit tune ye. Jixwe ra dibêjim:
-Ma tu mecbûr î her sibe tiştekî binivîsînî?
Sibakê jî
nenivîsîne, tenê bala xwe bide nivîsîn xelkê, bixweîne lê nenivîsîne.
Hinekî difikirim, ji xwe ra dibêjim, carê wer fêr bûme, nivîsandin bi
min ra bûye wek tiryakîtiya cixarê. Dibê fikrê xwe bibêjim.
Nenivîsînim sebra min nayê. Berî dest bi blogerîyê bikim ne wiha bûm, min di Armancê da, di Netkurdê da, di hin kovarên û malperên din da dinivîsand, lê hewqasî nebûbûm muptelayê nivîsandinê.
Nuha gava ji xew ra dibim miheqeq dibê diştekî binivîsînim. Heger karekî min î din hebe dibê dûra di nava rojê da herî kêm nivîsekê binivîsînim.
Gava xwendevan, yên min taqîb dikin riya xwe bi bloga min, bi malperên min dixin dibê tiştekî nuh bibînin, bixwînin.
Berê min cixare jî vedixwar(dikşand) lê ev neh deh sal in min dev jê berdaye.
Kî zane, belkî rojekê dev ji nivîsandinê jî berdim. Lê ez bawer nakim.
Nivîsandin ji cixarê zor tir e, bawerî ye, fikir e, meriv nikane dev ji fikrê xwe, dev ji hestên xwe, dev ya dilê xwe berde, qet nede der, her tiştî bera hundurê xwe da.
Kî wer bike jî ez nikanim bikim, ez fikrê xwe dibêjim, heta ji min tê xwe sansor nakim.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar