19 maj 2023

Car heye enmdamên partiyekê jî wek hev nafikirin

Di hilbijartinên 14ê gulanê da partiyên kurd, gelek welatparêz, dost û heval wek hev nefikirîn, tercîhên cihê cihê kirin.

Hinek çûn ser sindoqan, tercîhên cihê kirin, hinekan jî hilbijartin boykot kirin.
Di siyasetê da carnan endamên partiyekê jî wek hev nafikirin. Ev tiştekî normal e, dibê meriv şaş û anormal nebîne, xwe ji hev nexeyidîne. Nav û nîçokên ne xweş li hev neke.

Di sala 1980î da li Tirkiyê eskeran dest danîn ser hukim. Ji partiya me hinekan gotin ev midaxeleyeke, cûntayeke faşîst e, hinekan gotin na, cûntayeke leşkerî ye.

Li ser vê em bi hev ketin, partîya me perçe perçeyî bû, berê bû du perçe, dûra bû sisê, dûra jî em belav bûn û qediyan.

Piştî 43 salan dibê em eynî şaşiyê nekin, di meseleyekê da meriv kane cihê bifikire. Dibê ji ber vê yekê meriv ji hev neqete, ji hev nexeyide, gotinên ne xweş ji hev ra nebêje.

Di bê di nav me kurdan da jî partiyên cihê, fikrên cihê hebin û dibê em vê cihêtiyê, pirrengiyê qebûl bikin, anormal nebînin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE