16 maj 2023

Sextekariyên di hilbjartinan da kirine yek bi yek derdikevin ortê

Sextekariyên di hilbijartinan da kirine hêdî hêdî di medyaya sosyal da belav dibin.

Li Amedê 1745, li Nisêbînê 225 rayên YSPê ji MHPê ra nivîsîne. Ev sextekarî hatiye îspatkirin.

Nûnerê HDPê yê YSKê Mehmet Ruştu gotiye, ”Me tespît kir zeptên ji hezar sindoqan zêdetir ne rast in, şaş in. Jimarên zebtan ne rast in. Em rast dikin.”

Berî hilbijartan di ankêtan hemûyan da Kiliçdaroglu 4-5, 7 pûanî li pêş Erdogan bû.
Rayên MHPê jî li dora ji sedî 6-8a bû.

Lê di hilbijartinan da Erdogan 5 pûana ket pêşiya Kiliçdaroglu, rayên MHPê jî 10 pûan derbas kir.

Bi baweriya min ne mimkûn e di hilbjartinan da sextekarî nebûbe. Ev netîce ne netîceyeke normal e.

Nuha derdikeve ortê serokên sindoqan du zenpt çêkirine. Zepta rast dane mişahidan, yek sexte, ya wan ji xwe ra dagirtiye dane Dahîreya Hilbijartinê.

Di medyaya sosyal da gelek belgeyên vê îdîayê rast dikin belav dibin.

Di hin sindoqan da rayên mişahidên YSPê, TÎPê jî tunene. Rayên wan jî dane MHPê.

Mesela li Nisêbînê li ser îtarazê 225 rayên ji MHPê ra nivîsîbûne derbasî YSPê kirine.

Li Amedê 1745 rayên bi sextekarî ji MHPê ra nivîsîne derbasî YSPê kirine.
Li Batmanê 230 YSPê ji YPê ra nivîsîne, ew jî paş da dane YPSê.

Mêrikan bi dizî zepteke parelel a sexte çêkirine û ew zept qeyd kirin û dane Dahîreya Hilbijartinê.

Dibê CHP û YSP îtîraz bike, jimartin ji nuh ve were kirin. Çimkî sextekariyên mezin kirine.
Piştê ku rewş ev e, heger CHP tedbîrên baş bigire îhîmala Kiliçdaroglu di 28ê mehê da qezenc bike pir zêde ye. Çimkî diyar e di rayan da sextekariyên mezin kirine.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE