17 maj 2023

Dizî û sextekarî karê wan e

Li Rihayê AKPê bi sextekarî parlamenterîyek zêde qezenc kiriye. Ji dêlî ku YSP parlamentekî zêde derxîne, ew dane AKPê. Li ser îtîraza YSPê jimara parlamenterên YSPê ji 4a bûye 5.

Sextekariyên wiha di piraniya sindoqan da hatiye kirin, rayên Erdogan jî bi sextekarî zêde kirine, yên MHPê û AKPê jî. Di vî warî da delîlên cidî pir in.

Wer li hev ragirtine di meclîsê da dîsa piranî çêkirine û rayên Erdogan jî gîhandine ji sedî 49.45.

Li herêmên erdhejê beşdariyeke pir zêde heye, ray jî giş çûne ji Erdogan û MHP û AKPê ra. 

Ev rayên sexte ne, li bajarên vala bûne xelkê bêkêmasî ray daye. Ev vir e, bi sedhezaran însan ji wan bajaran koç kirin, giş ji bo rayan venegeriyan. Hukûmetê rayên wan ji xwe ra bi kar anîn.

Di vî warî da ji do da ye bi sedan numûneyên sextekariyên wan di medyaya sosyal da tên belavkirin. Sextekarî, dizî, hîlebazî karê wan e, sinetê wan e, di vî warî da pir hoste ne, şît bûne, sextekariyê nekin rehet nakin.

Reqemên resmî ne rast in, dibê YSP û CHP îtîraz bikin.

XXX

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro telefonî serokê Tirkiyê Erdogan kiriye, serketine AKPê ya di hilbijartinan da pîroz kiriye û hêvî kiriye Erdogan di gera duduya da qezenc bike.

Ev pîrozkirina zû ji pîrozkirineke mecbûrî ya dîplomatîk bêtir nîşana dilxwazî û hevalbendiya Erdogan e.
Erdogan hîn qezenc nekiriye ji nuha da jê ra serketinê dixwaze. 

Bi vê pîrozkirinê nêçîrvan Barzanî dijatiya xwe li hemberî Kemal Kiliçdaroglu îlan kiriye, nîşan daye ew dilxwaz û hevalê Erdogan e.

Bêyî Nêçîrvan Barzanî tu kesî Erdogan pîroz nekiriye, çimkî hilbijartin maye cara duduya.

Lê Nêçîrvan Barzanî hetanî wê rojê sebir nekiriye, ji nuha da şêla xwe diyar kiriye, hêvî kiriye Erdogan di 28ê gulanê da qezenc bike.

Dostê Erdogan yê herî nêz Pûtîn, serokê Qibrisê, serokê Azerbêcanê Erdogan pîroz nekirine, jê ra serketin nexwestine, lê Nêçîrvan Barzanî dostaniya xwe zû nîşan daye, ji nuha da Erdogan pîroz kiriye, gotiye qezenckirina wî ji bo Tirkiyê pir baş e.
Erdogan çi tîne serê kurdan ji bo Nêçîrvan Barzanî ne muhîm e, ew li kara xwe, li berjewendiyên xwe difikire.

Bi vê pîrozbahiya zû Nêçîrvan Barzanî him şaşiyek mezin kiriye, him jî eyb kiriye, bi vê yekê xwe biçûk xistiye û dilê bi hezaran kurdên welatperwer ji xwe hîştiye. 

Li gorî xebera Kurdistan24ê Nêçîvan Barzanî di telefonê da Erdogan wiha pîroz kiriye:

"Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî di wê peywendiya telefonî de anî ziman, “Wî bawerî û geşbîniya xwe bi serkeftina Serok Erdogan di gera duyem a hilbijartinên serokomariyê de nîşan da û her wiha serkeftina wî ji bo gelê Tirkiyê, niha û paşerojê girîng û pêwîst da zanîn.”

Ev jî xebera Rûdawê ye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE