14 december 2022

Yekîtiya Ewrûpayê ji tirsa ruhê xwe dîsa pêşek pere daye Tirkiyê

Yekîtiya Ewrûpayê ji bo ku Tirkiye sînorên xwe baş biparêze 220 milyon euroyê din xûg daye Erdogan. Alîkariya îsal dane Tirkiyê bûye 1,2 milyar euro.

Xêra Xwedê ye, her cara ji Erdogan ra pere lazim dibe, bi gewriya serokên Yekîtiya Ewrûpayê bizok digre, çend azaran dide wan û dûra peran bi ser da dibarînin.

Ev 220 milyon euro di hesêb da tune bû, alîkariya îsal temam dabûn. Lê Diyar e ji serokê Tirkiyê Erdogan ra ji bo hilbijartinan pere lazim e. Lema ev pere danê.

Yekîtiya Ewrûpayê bankomatîka Erdogan e, kînga têkeve tengasiyê, kînga jê ra pere lazim be ji bankomatîka xwe ya Yekîtiya Ewrûpayê pera dikşîne.

Mêrik ji Asya û Afrîkayê herî kêm 10 milyon însan li Tirkiyê temerkuz kiriye, him peyder pey dişîne Ewrûpayê, him jî bi hebûna wan her sal pêşek pere ji bêziravên Yekîtiya Ewrûpayê xûgiyê distîne.

Yekîtiya Ewrûpayê hûtekî bêzirav e, serokên wê ji kevroşkê jî tirsonektir in. Ji 2016a û vir da ye Yekîtiya Ewrûpayê salê bi milyaran xûgiyê dide Erdogan.

Erdogan jî mêrik him perê xwe digre, him jî qefle bi qefle însanan bi darê zorê dixîne nav sînorên Yekîtiya Ewrûpayê.

Yekîtiya Ewrûpayê jê dêlî guhên wî badin, pozê wî bifirikînin bi pêşan pera dixin bêrîka wî. Ew jî bi pereyên Yekîtiya Ewrûpayê çeteyên xwe yên îslamî perwerde û fînanse dike, sîlehan ji wan ra dikre, meaşên wan dide. Û bi van çeyên îslamî û Daîşê li Kurdistana Rojava şerê kurdan dike.

Bêyî fînansmana Yekîtiya Ewrûpayê ne mimkûn bû çerxa Erdogan hetanî îro bi vê rehetiyê, bêyî qeza û bela bixebitiya.

Her cara di warê aborî da cî li Erdogan teng dibe, rût dibe, Yekîtiya Ewrûpayê tavilê wek Xocê Xizir digihîje gazî û hawara wî, devê kîs vedikin û euroyan bi ser mêrik da dibarînin.

Yanî fînnsorê artêşa Erdogan ya îslamî Yekîtiya Ewrûpayê ye, ew nahêlin Daîş belav bibe.

Çimkî meaş û lojîstîka çeteyên îslamî bi riya Tirkiyê li ser Yekîtiya Ewrûpayê ye.

Erdogan û Îran ewê Ewrûpayê bikin cahnime, jixwe nuha jî gelek welat kirine nîvcahnime. Salê ewê bi milyonan însanên neyarên ewrûpiyan û dînê wan bişînin Ewrûpayê û piştî çend salên din kaoseke mezin çêkin.

Mesela Swêd nuha ji dest çûye, xelaskirina Swêd ji kaosê pir û pir zor e. Îsal li Swêd zêdeyî 60 kesî bi gulebarankirinê hatine kuştin. 70 68 teqîn çêbûne.

Li Ewrûpayê li tu welatekî din bi qasî Swêd di şerê çeyetan da însan nehatine kuştin. Li Swêd hin herêm hene pûlis nikane here wir.

Li Ewrûpa Rojava li gelek welatên din jî rewş kêm zêde wiha ye. Ev mêweyên îxracata Erdogan e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE