Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.
XXX
1985-12-15
Îro li Stockholmê li taxa Kîsta Traffê civînek ji bo bîranîna Qanatê Kurdo çê
bû. Civîn, Federasyona Komeleyên Kurdistanê amade kiribû.
Civînê saet di 12.00a
da dest pê kir. Henefî Celeplî, Cemşîd Heyderî,
Kemal Elî û Reşo Zîlan li ser jiyan, xebat û berhemên wî peyivîn.
Axaftina Cemşîd Heyderî û Kemal Elî pir baş bû, qala gelek aliyên Qanat kirin û
rismekî wî yê baş pêşkêşî guhdaran kirin.
XXX
1996-12-15
Ez, Zîya Avcî, Salim Çelîker û Paşa
Ûzûn em ji do êvarî da ye li Vastarasê mîvanên Dr. Celadet Çelîker in.
Xortekî dêrikî bi navê Necmedîn jî mîvanê wî bû. Got ew ji eşîra rûta ye. Li
Îngilîstanê zanîngeh qedandiye, kîmyager e. Nuha li Zanîngeha Uppsalayê
doktorayê dike. Xortekî pir biaqil bû, kêfa min pir jê ra hat.
Dema ez kurdên bi tahsîl, zana û kurdperwer dibînim kêfxweş dibim.
Bi Celadet ra em giş çûn ziyareta xanima apê Mûsa Anter. Min navê wê û navê
bavê wê(Evdirehîm Rehmîyê Hekarî-Zapsû) bihîstibû û li ser wan hn tişt
xwendibûn.
Min rismê wê jî nedîtibû. Nizanim çima, di serê min da tîpeka din hebû, pîreka
kurd hebû.
Lê xanima min dît, jineka arîstokrat, pir nazik, kibar û pir xwînşîrîn bû.
Em 11 kes çûbûn ziyarta wê. Gava derî li me vekir û çav li me gişan ket, xwe
zeft nekir, dest bi girî kir. Li ber derî bû hîske hîska wê, kûrr û kûr giriya.
Lê bi çûna me pir kêfxweş bû.
Dilê min jî xera bû.
Mala wê qet nedişibiya malên kurdan, mobîlye, dûzana malê pir mikemel bû, wek
malek arîstokrat bû. Jim e ra paste, qahwe hazir kiribû.
Tirkiya wê ecêb xweş bû, wek tirkiya arîstokratên stenbplîyan bû. Ez şaş mam.
Ji min ra gotibûn bi kurmancî nizane, lê piştî em rûniştin, min bi kurmancî li
halê wê pirsî. Bi kurmancî sipasî min kir, got derbas dibe.
Yanî bi kurmancî bersîva min da, hinekî zanîbû. Lê ne serbest bû, bes îdare
dikir.
Di sohbetê da min jê ra got, dibê tu li ser bavê xwe yê rahmetî û apê Mûsa
bîranînln xwe binivîsînî. Keniya, got hela ka ez binêrim. Min got wele em li
bende ne, dibê tu binivîsîne. Dîsa mizicî, tiştek negot. Min jî dirêj nekir.
XXX
1999-12-15
PEN a Swêd û Bîblîoteka Kurdî ji bo Selîm Barakat li Sodra
Teatren şevek çêkirin. Gelek kes hatibûn şevê.
Di şevê de hin helbestên wî û perçeyek jî ji bîranînên wî bi
zimanê Swêdî û Erebî xwendin. Dûre jî hin pirs jê kirin.
Min jî pirsek jê kir, ji ber ku min bi kurdî jê pirsî çewt fêm kir. Bi qasî min
fêm kir kurmanciya wî ne baş e.
Min ev pirs jê kir:
”Di berhemên xwe da tu bi kurdî digrî û
bi kurdî dişewitî û dilê te jî tim ji bo kurdan lêdixe. Lêbelê tu vê yekê ne bi
zimanê diya xwe, bi erebî tînî zimên.
Gelo ev yek tesîreke çawan li te dike? ”
Wî got belkî min gotiye tu çima bi erebî dinivîsînî ?
Qala sebebên çima bi erebî dinivîsîne kir. Got erebiya wî baştir e, tiştê ew bi
erebî dinivîsîne nikane bi kurdî bîne zimên.
Esas şev ji alî wergerê wî yê swêdî ve hatibû organîzekirin.
Gelek Swîdî hatibûn şevê, min bala xwe dayê qîmeteke mezin didin berhemên wî.
Ev cara pêşî bû min li Selîm Barakat guhdarî dikir û heta
nuha min tiştek wî jî nexwendiye. Lê min dît camêr bi rastî jî nivîskarekî
mezin e. Di beşê pirsan da jî nîşan da nivîskarekî têra xwe zana û mezin e. Çi
heyf tiştekî wî hîn nebûye kurmancî ya
jî tirkî.
XXX
2000-12-15
Birayê Mehmet Şahîn!
Li ser navê Înîstatîfa Deklarasyonê bi dawetnameyekê we ez vexwendime
civîna bîstûçarê meha donzdan(24/12) Ji bo vê vexwendina we gelekî sipas.
Birayê delal, bi rastî heger îmkana min hebûya min bin dil û
can dixwest beşdarî civînê bibim. Lê çi heyf li gel vê daxwaza min jî ezê
nikanibim. Ez hêvî dikim hûnê li qisûra min nenêrin.
Hêvî dikim civîna we serkeftî derbas bibe û hûn ji bo gelê
me biryarên gelekî baş û di cî da bigrin.
Ji nuha da ez we û xebata we bi dil û can pîroz dikim û bimînin di xweşiyê da.
Zinarê Xamo
XXX
2007-12-15
Kurd ji kêfan hustuyê xwe li ber ereban xwar nakin
Birayê Pale, rohniya çavê min.
Ez gilî û gazinên te fêm dikim.
Ez jî wek
te li ser goştê xwe hûr dibim û di rûnê xwe da diqijilim. Ez pir pê diêşim kurd
hewqasî ji ereban ra dikin pişo pişo.
Lê dema meriv rewşa kurdan baş analîz dike, mriv dibîne kurd mecbûr in. Kurd ji
kêfan naçin li ber ereban nagerin. Kurd viya ji mecbûrî dikin.
Ji ber ku kurd bê xwedî û bê pişt in, çarhawêlî kurdan çembereke ji êgir e, di
rojeke xerab da dereke berê xwe bidinê, xwe lê bisitirînin tuneye. Jixwe
sebê ku kurdan heta nuha nikanîbûne welatê xwe rizgar bikin ev e, gava kurdan
li beşekî welatê xwe zora dijminê xwe birine, du dijminên din lek bi lek çûne
gazî û hawara dijminên wan. Kurd li hember sê dêwên herêmê şer dikin. Emerîka
bi hêza xwe ya mezin nikane bi yekî ji van dijminên kurdan.
Û ne tirk, ereb û faris tenê, cîhan li kurdan hatiye hev, dijmin ne yek e, ne
dudu ye. Li cîhanê kes nabêje, wele mafê kurdan jî heye wek her miletî bibin
xwedî dewleteke serbixwe. Tu dewlet vî mafî wek heqekî kurdan nabîne.
Bala xwe bidê, ji Emerîka bigre heta bi Yekîtiya Ewrûpa, (Rûsya, Sirbîstan
û Girekî ne têda) her kes bi xurtî piştgiriya serxwebûna Kosovayê dike. Kosovî
bi xwe li ortê tunene, cîhan serxwebûna wan dixwaze.
Ma kosoviyan bi qasî kurdan xebat kirine, xwîn rijandine?
Na, mesele lêhatine, ji wan ra lê hatiye.
"Xwediyên dinyayê" dixwazin sirban basko bikin, loma jî ewê Kosovayê
bi hawakî ji sirban bistînin.
Lê dema dor tê kurdan, ne dijmin tenê "dost" jî li dij in, her kes
dibêje nabe kurd ji Îraqê veqetin. Dema kurd ji Îraqê veqetin ewê Şerê Cîhanê
Yê Sêyem derkeve.
Yanî bi kurtî ev tişt, bindestî jî, serxwebûn jî bi hêzê dibe. Mixabin
hêza kurdan jî tuneye guh nede kesî û bi ya dilê xwe bike. Hemû dewletên cîran
wek gurên devbixwîn ên xwe dabin ber berxekî li ber makê, xwe dane ber kurdan û
dixwazin wan bixwin.
Îcar ji bo gurên har yên devbîxwîn wan nexwe kurdên reben ji mecbûrî hustuyê
xwe li ber Emerîka û ereban xwar dikin.
Dibe ku hin caran kêmasî û şaşiyên serokên kurdan jî hebin, lê meseleya
esasî ne ev e. Mesele dijminênkurdan pir in û ji kurdan gelkî xurttir in.
Û dostên wan yên ji dil û can jî tunene. Yên hene jî dostên menfeeta xwe ne,
meriv nikane zêde baweriyê pê bîne.
Dostê kurdan wek dîwarê ji tepika ye, dema baran bibare meriv nikane pişta
xwe bispêrê.
Zinarê Xamo
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar