15 december 2022

Li ser maça Fasê û Fransayê

Faransayê do êvarî 2-0 Fas bir û ma fînalê. Di 18ê mehê da ew û Arjantîn ewê deqên xwe li hev xin, emê bibînin hela kî boxe ye, kî beran e.
Fransayê do êvarî zêde xweş nelîst, ji Fasê ne xurttir bû, lê şansê fransizan lêxist qezenc kirin.

Bi baweriya min bi vê lîstikê Fransa nikane zora Arjantînê bibe. Lîonel Messî tetir bilînê besî wan e. Lema jî dibê Fransa di fînalê da futboleke xweştir bilîze. Bi texmîna min Arjantîn ewê qezenc bike û bibe zêr bigire.

Li gorî rojnameyên Swêd nivîsînê do bi çev ereban li Fransayê gelek teşxele derxistine, bi erebê pê li xortekî kirine, xort miriye.
Min texmîn dikir, erebên dinyanedî ewê teşxeleyên mezin derxînin. Xwedê kir zora Fransayê nebirin, heger zora Fransayê biribana ewê Fransa  û gelek bajarên Ewrûpayê wêran bikirana. Çimkî ereb futbola bi ewrûpiyan ra wek herbê dibînin, dibêjin me zora Îspanyayê, Portekîzê, Belçîkayê bir, nua jî dora Fransayê ye. Lê Xwedê kir golek jî navêtin.

Tiştên do bi şev min li ser maçê nivîsîn:

Fransayê di deqa 5a da da golekî muhteşem avêt. Pîroz fikim !

Min bawer nedikir hewqasî zû bikin. Lê diyar e dixwazin meselê zû hel bikin. Fransayê pîroz dikim. Hêvî dikim ew fînalê bilîzin.

Gelo di taximê Fransayê da EREB hene ?

Ez meraq dikim...

XXX

Fransayê 2-0 Fas bir. Pir kêfxweş bûm. Fransayê pîroz dikim.

Baş bû Fasê golek jî navêt, sifir man.

Lê Xwedê heye, Fasê pir xweş lîst, ji Fransayê xurttir bûn. Çend caran şansê wan çêbû, lê top neket hundur. Ev jî şansê Fransayê bû. Bextê topê tune ye.

Tiştê herî ecêb, Randal Kolo Muani çer ket lîstikê, piştî 44 saniya golê duduya avêt.

 XXX

 Ji bo min ya herî muhîm ereban qezenc nekira. Şikir ew jî bû. Heger Fasê qezenc bikira ereb û misilmanan ewê dinya xera bikirana, li Ewrûpayê ewê gelek hedîseyên mezin çê biba, belkî gelek însan bihatana kuştin.

Fransa bi vê lîstikê nikanin zora Arjantînê bibe. Fasê ji wan xweştir lîst, lê nikanîbûn gol bikirana.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE