15 december 2022

Alîkariya Ekrem Îmamoglu kêmaqilî ye

Mahkimeyeke Tirkiyê 2 sal û 7 meh û 15 roj cezayê hefsê daye serokê belediya Stenbolê Ekrem Îmamoglu, siyaset jî lê qedexe kiriye.

Bi baweriya min ne tiştekî pir ecêb e, hetanî Erdogan sax be ewê siyasetê li her kesê jê ra talûke be qedexe bike.

Kî ji bo Erdogan raqibekî talûke be ciyê wî zindan e, ewê hokus-pokusekê bike û ji ber xwe da bixîne.

Heger tirk dixwazin ji vî dîktatorê har xelas bibin dibê wêrek bin, serî hildin, protesto bikin, nerazîbûna xwe nîşan bidin.

Ji ber ku Erdogan kurdan dipelixîne bi dilê tirka ye, kes dengê xwe nake. Lê dibê hûn baş biznibin ewê we jî bixwe.

Ev nîna ye, tirnîna hîn li dû ye. Hela bira hilbijartin hinekî din nêz bibe hûnê bibînin ewê çi bîne serê we tirkên antî-kurd.

Dibé kurdek jî xwe tevî teşxeleyên tirkan neke. Bira hinekî jî ew şerê hev bikin. Li malên xwe rûnin ù di telewìzyonan da li pevçûnên wan temaşe bikin. Bira tirkên faşîst, îslamîst û kemalîst bi hev kevin. Ji bo me tu ferqa wan tune ye, giş jî neyarê serê me ne.
Partiya Îmamoglu tu carî li dijî êrîşên dewletê yên ser kurdan dernekt, piştgirî da dagirkirina Efrînê, Serê Kaniyê û Girê Sipî.

XXX

Kurdên herin hawara Ekrem Îmamoglu ewê şaşiyek pir mezin bikin. Îmamoglu ne hêjayî em piştgiriya wî bikin. Tirkên faşîst, îslamîst, kemalîst giş neyarên me ne, dibê em nekevin nabêna wan.

Ma îmamoglu û partiya wî li dijî dagirkirina Efrînê, Serê Kaniyê, Girê Sipî derketin, rojekê piştgirî dan kurdan?

Îmamoglu û partiya wî tim destek dane êrîşên Tirkiyê yên ser kurdan û dagirkirina Kurdistanê.

Ev çend sal in rejîma faşîst miletê kurd perîşan kiriye, Ekrem Îmamoglu û partiya wî ji bo kurdan çi kirine?

Maşalê tirkên îslamîst û kemalîst hevdu bixun, dibê em nekevin nav wan.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE