16 december 2022

Çend rêz ji bîranînên min -323-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

XXX
1985-12-16

Îşev li komelê hetanî dereng li ser çîrokên Bavê Nazê xebitîm, min zimanê û çewtîyên wan rast kir û kumikên wan çêkirin. Textîloya me ne bi herfên kurdî ye, klawîya tirkî ye, em ji herfên kurmancî ra kumikan çêdikin.
Ji her herfa ”ê, î, û” ra bi qelemê çêkirina kumikan derdekî mezin e.
Tiştê em dikin ne karê aqil e, lê textîloya bi klawîyeya kurdî tune, lema ji mecbûrî em ji hersê herfên kurdî ra bi destan kumikan çêdikin.

XXX
1996-12-16

Li Tirkiyê mesela Sûsûrlukê hîn berdewam e, her roj pîsiyek wan a nuh, skandalek nuh derdikeve. Dewlet bi tevayî, di her qedemê da di nav vê şebeka Sûsûrlukê da ye. Rast û çep lêdixin, dixwazin bîn zêde nedeve, sûcên kirine zêde eşkere nebin, lê nikanin rê li ber bigrin.
Mesele her roj hinekî din mezintir dibe, dihere digihîje eskeran.
Li gorî xeberên masmedîayê eskeren nameyek dane serokkomar Suleyman Demîrel. Dibêjin name muhtira ordiyê ye. Heger ev îfşa û teşxele bi vî hawî dom bike îhtîmal heye artêş hukûmetê biqewitîne û dîsa dest deyne ser hukim. Xwezî tiştekî wiha bikirana, ji bo me kurdan ewê baş bûye. Belkî wê çaxê dinya bêtir piştgiriya me bike.

XXX
2000-12-16

Ji berpirsiyarê rûpela zarokan ra

Birayên delal, we çîroka min weşandiye lê navê min li binî tuneye. Ez dixwazim hûn navê min li binî binivîsînin. Ji ber min nikanîbû îro rojname bikiriya loma jî ez nizanim gelo di rojnamê da jî wiha ye ya jî tenê di nuxsa înternetê da wiha bûye. Heger we bersîva vê yekê jî bida min ezê kêfxweş bibûma. Lê heger di rojnameyê da jî bênav be dîsa jî ez dixwazim di înternetê da hûn navê min li binî binivîsînin. Qenekê di vir da ewê ne bênav be.

Bi silavên dostaniyê

Zinarê Xamo

XXX
2007-11-16

Ji Abdullah Beskî* ra

Merheba xortê hêja!
Gelek sipas ji bo nameya te.
Wek min do jî gotibû, min e-maila te û gelekên din bêhemdî avêtin. Yên din hemû çûn lê axirê mala te ava, te ya xwe paş da şand.
Te gotiye, diya te ji eşîra Dodika, ji gundê Kela Dodika ye. bi van agahiyên te jî derdikeve ortê  tu ne tenê xwarziyê Wêranşariyan î, ji alî jinan ve mervantiyeke me jî heye. Yanî çend bûkên me jî ji Dodokan e.
Ya din, bîranîneke min jî ji Kelê(Kela Dodikan)heye.
 
Ez bawer dikim ewê di payiza 1979-an da be, li Kelê du malbat bi hev ketibûn. Lawê Evdirehmanê Şêxoyê Berho hat ba min, got wele li gund du malbat ji ber şerê du xortan bi hev ketine, dikin hevdu bikujin, werin têkevin nabênê, li hev bînin.
Wê demê li Wêranşarê û li herêmê ez serokê DDKD-ê(Devrimci Demokrat Kültür Derneği)bûm. Min rabû çend heval dan dora xwe, em çûn gund.
Em çûn mala yê ku serhişkiyê dike, dixwaze heyfa lawê xwe hilîne.
Li gor di bîra min da maye mesele ev bû.
Du xortan(belkî jî şivan bûn) li çolê li hev xistibûn. Yekî ya tiving ya jî şeşderba yê din jê sitendibû û biribû mal. Malbata xort bi vê yekê gelkî aciz bûbû û digotin, miheqeq mê wî bikujin.
Dema meriv sîlehê bi zorê ji hevalê xwe bistîne ev heqareteke gelkî mezin e, dibê em hesabê vê yekê ji wan bipirsin.
Ez qet ji bîr nakim, ji malbatan yek ji Ruhayê bû. Heta wê demê min nebihîstibû li Ruhayê jî Dodikî hene.
Ode tije bû, min li herdu seriyan jî guhdarî dikir. Malbata xortê ku şeşderb girtibû dixwest mesele zêde mezin nebe û li hev werin.
Lê bavê xortê ku sîleha wî jê hatibû stendin, ev yek qebûl nedir û digot kafirê kuştî emê heyfa xwe hilînin.
Ma meriv cara sîlehê ji hev distîne?
Ez pir li ber wan geriyam ji bo ku meseleyê mezin nekin. Lê bavê lêwik qebûl nedikir.
Di dawiyê da min nimûneyek da, min got:
Em bibêjin ne vî merivê te, lê cendirmeyên tirkan eynî tişt anîba serê lawê te, yanî ew bigirtana, têr lêxistana û dûra jî sîleha wî jî jê bistendana, ma te yê eynî dijminatî, eynî mêranî li hember wn jî bikira?
Te yê bigota, çawa dikane sîleha lawê min jê bigire?
Te yê bigota, çawa dikane li lawê min xîne.
Te yê bigota, dibê ez heyfa xwe bigirim?
Te yê bigota, ev tirkên ez nizanim bezê guhên wan ji ku ye, çawa dikanin li welatê min vê neheqiyê li min bikin?
Min çend pirsên din yên wiha jê kir.
Û dûra jî min got, malxerab, ma ne hûn pismamên hev in, zarokên we îro dilê hev hîştibin jî sibe gava yek neheqiyê li we bike, dîsa ewê ji mecbûrî alîkariya we bike. Ji ber ku hûn merivên hev in.
Li ser van gotinên min êdî tiştekî bigota tunebû, nizanîbû xwe çawa biparêze. Cimatê jî heq da min û dûra axir me bi zor li hev anîn.
Lê nuha nayê bîra min ji malbatan kîjan ruhayî bû?
Ez ji Çiyayê Reş(Qerejdax), ji Eşîra Çûva, ji bera Xamoya me. Lawê Bûboyê Xamo me(Bûbo Kumruaslan). Bavê min çend sal berê çû rahmetê. Lê apê min, Hecî Emerê Xamo hîn sax e û niha li Wê ranşarê dimîne.
Çend gotin jî li ser fikir û baweriyê.
Însanên bawermend dibê ji kesên ne bawemend, kesên ne di bîr û baweriya xwe da nefretê nekin. Ne mimkûn e her kes wek hev bifikire, bi eynî tiştî îmanê bîne.
Di bexçeyekî da çiqas gul û çîçekên cihê cihê hebin, ew bexçe hewqasî xewş e.
Di civatekê da jî wek bexçeyekî pir gul û pir çîçek, çiqas fikir û bawerî hebin, hewqas baş e.
Dibê meriv tu carî bawer neke ku meriv tenê rast e, yên din hemû şaş in. Divê meriv li hember kesên ne fikir û baweriya meriv da xwedî tolerans be, jê nefret neke û wek dijminê xwe nehesibîne.
Demokrasî tehamulkirina fikir û baweriyên cuda ye.
Em kurd, baweriya me çi dibe bila bibe, fikrê me yê siyasî çi dibe bila bibe, divê em bi çavên dijminan li hev nenêrin.
Dibê em kanibin ji bo azadî û serxwbûna welatê xwe bi hev ra kar û xebatê bikin.
Di nava kurdan da jî wek her miletî, ewê gelek bawerî û fikrên cihê hebin, hinekê oldar, hinekê lîberal, hinekê komînist, hinekê rast û hinekê çep bin.  
Axir em çi dibin bibin, dibê em yê mileteê xwe bin, nebin suwarê hespê xelkê. Heger em çep bin jî, dîndar bin jî, dibê em yê gelê xwe bin.
Dibê em ne di taximê xelkê da, lê di taximê xwe da topê bilîzin, heger taximê me tuneye dibê em ava bikin, ji bo wê bixebitin.
Bi silavên dostaniyê
Bimîne di xweşiyê da
Zinarê Xamo

*Abdullah Beskî kurdekî welatparêz e, nûrcî ye, li Rihayê dimîne. Li Zanîngeha Rihayê mihendizê  ziretê û bexçevaniyê ye. Xwarziyê eşîra dodika ye. Ji min pir hez dike. Ji ber ku ez ne dîndar im, ataîst im pir xemgîn e, pir li ber dikeve, dibêje heyfa te, ez naxwazim tu di agirê cahnimê da bişewote.
Li Rihayê radyoyeke wan heye, heftê 5 rojan, di nabêna 17.00-18.00a da weşanê dikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE