Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.
XXX
1996-12-26
Lawikê me yê mezin Azad li Qesra Drottninholmê esker e. Drottningholm qesra
qirêl ya havînê ye. Îro saet di 14.45a da nobeta ber qesrê dewr digirt.
Xwestibû em herin di nobetê da wî bibînin.
Ez û Serhatê me tam di wextê da
gihîştin ser. Gava em gihîştin ba qulûba nobetê, Azad tekmîl dida yê nobetdar û
bi manga(taximê)xwe va nobet dewir digirt.
Esas di dema nobetê da bi nobetdar ra qisekirin qedexe ye, lê me guh neda qedexeyê û çend gotin ji hev ra gotin.
Sebebê xanim û lawikê me yê biçûk Rojen ne bi me ra bûn, herdu jî nexweş bûn.
Roja Yekşemiyê (22/12) li ber Qesra Qirêl yabajêr, li Gamla Stanê dîsa nobetdar bû û merasîma wan hebû. Em giş bi hev ra çûn, me li merasimê temaşe kir. Wê rojê pir sar bû, ji sermayê devê me ket hev, em ji sermê diricifîn. Meriv dibû terrik.
Herdu caran jî dixwest em herin wî bibînin û çend rismên wî bigrin. Em çûn û min risimên wî girtin.
Di vê tahtîlê da ez wer li ser wergera Elîşêr(Zîya Avcî, Bîranînln Refîq Hilmî dixebitîm. Mubarek naqede. Wek kovara Hawarê ye. 207 rûpel in A4 çar in lê pir di ber hev da nivîsîye, herf jî hûrik in.
Belkî bibe 400-500 rûpel. Ez gihîştime rûpela 100î. Berê jî ez hefteyekê li ser xebitîbûm. Ji ber ku tekst baş ne firk in him xwendina wê, him jî rastkirina wê zor e. Lê kitêbeke hêjayî kedê ye. Dibê kurdên bakur bixwînin û bibînin tirkan çi bêbextî bi kurdan ra kirine.
XXX
2000-12-26
Merheba Mihemed Emîn!
Gelek spas ji bo bersîva te. Te pirsa bavê min kiriye?
Pir mixabin bavê min di 4ê cotmehê da(oktober), li Diyarbekrê ji nişka va dilê
wî sekinî, çû rahmetê.
Ez nizanim hûn dizanin ya na, lê ev çend sal bûn mala xwe biribû Diyarbekrê.
Çimkî birayê min Fûad ji zûda ve li wir e, ew jî çûbû ba wî.
Ev bîst sal bûn me hevûdu nedîtibû. Maliya min îsal çûbû welêt û hîn nuh hatibû.
Ez dixebitîm wîzeya wî û ya diya xwe bişînim ji bo ku werin vir.
Lê wek gelek caran, îcar jî şans û siûda xerab ev îmkan neda min û nehîşt berî
mirina xwe min bibîne û bi wê kulê û bi wê hesretê neçe gorrê!
Ez gelek silavan li apê te û li bavê te dikim û wek malbat
ji we hemûyan ra cêjneke bextewar û saleke mişt serkeftin û dilşadî dixwazim.
Zinarê Xamo
XXX
2009-12-25
Merheba Zinar,
Hêvî dikim ku hûn hemû bas in.
Min nivîsa te ya ”Swêregiyan Sivan Perwer jî kirin yê xwe”
xwend. Ji ber ku ji hin sohbetên berê di derbarê Sêwreg û Wêransarê de ez
nêrînên te dizanim, disa min nivîs bi kêfxwesî xwend.
Di nivîsa te de ji bo şaredara Wêransarê, Leyla xanim bikaranîna gotina
”jinebiyeke ji Cîhanbeyliyê” bala min kisand.
Nizanim nîyeta te çibû, lê li gorî baweriya min ew gotina ”jinebî” bi maneya
biçûkxistinê ye û ji bo ku tu namzetnîsandayina wê rexne bikî ne hewceye ku tu
gotinên weha tradisyonel ku di hin waran de ji bo biçûkxistina jinan tên
bikaranîn, bikarbînî.
Wekî tê zanîn, ”jinebî” halê medenî ya jinan nîsan dide, lê awayê ku di nivîsa
te de hatiye bikarînin, ne bikaranîneke weha ”halê medenî” ye, wekî îronîk
bikaranîna vê halê medenî ji bo biçûkxistina Leyla xanim e. Niyeta mirov çi
dibe bila bibe, bi awayek weha biçûkxistina mirovan dikare babeteke
dîskrîmînasyonê bê qebûl kirin.
Li gorî baweriya min gotinên weha ji bo nivîsên te jî ne bas in ku dikarin
întîbayên çewt di derbarê te de çêbikin.
Wekî birayek te min got vê nêrîna xwe ji te re bisînim.
Bi vê munasebetê sala te û ya malbata te jî pîroz dikim.
Silavên biratiyê.
Osman Aytar
Merheba Osman!
Gelek sipas ji bo dîtin û rexneya te ya dostane.
Wek te jî gotiye, min "jinebî" wek henek û îronî bikar anî.
Lê helbet ya girîng ne nêta min, fêmkirina kesên din e. Rast e, dibê
meriv di henekên xwe da jî bi dîqet be.
Esas mesela Şivan jî min xwest bi henek bibêjim, çima belediya Wêranşarê jî
li mezin, hêjayiyên xwe xwedî dernakeve? Yanî dibê ew jî tiştên wiha
bikin.
Lê dûra min dît ku tam nebûye, min çend gotin kêm nivîsî bû.
Dibê te jî texmîn kiribe li Swêregê bi çêkirina peykerê Şivan ez
gelkî kêfxweş bûm.
Li kîjan bajarî dibe bile bibe, li hember bi sedan peykerên Ataturk,
çêkirina peykerê dîn û himalekî kurd jî kêfa min tîne.
Lê mesela kêmwextiyê carnan di nivîsên min da dibe sebebê hin kêmaniyan û
şaşfêmkirinê. Ez pêra nagîim bixwînim.
Haya min ji vê qusûr û kêmaniya min heye.
Careke din gelek sipas ji bo rexneya te û em jî bi malbatî sala we ya nû pîroz
dikin.
Gelek silavên biratiyê
Zinarê Xamo
2009-12-25
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar