25 december 2022

Bûyerên Parîsê tam li gorî dilê neyarên kurdan e

Çi kar dibe bira bibe, çi xebat û micadele dibe bira bibe, heger zirara meriv tê da hebe meriv nake, dibê neke. 

Di teşxelê da kara me tune ye. Sê kurd li Parîsê hatine kuştin, zulmeke mezin li kurdan bûye.

Dibê kurd bi teqale hin sûtal û provakatoran nekevin û xwe neheq nekin, nebin êrîşkar. 
Dibê em bi zimanekî maqûl, dîplomatîk derdê xwe bibêjin, doza mafê xwe bikin. Dostên xwe nekin dijminê xwe.

Efendim bira hukûmeta Fransayê nizanim çi bikira. Hukûmeta Fransayê heger kanîbûya rê li ber terorîstan bigirta 7 sal berê ewê nehîşta terorîst li Parîsê 130 kesan bikujin. 

Ev qetlîam bi destê hukûmetê nebûye, dibê em bi şiklekî medenî daxwazên xwe bibêjin, sebebê êrîşê derxin ortê. Qatil çima êrîşî kurdan kir?

Şerê bi pûlisan ra tenê zirarê dide me, dibê em kurd tevê nebin, dostên xwe ji xwe aciz nakin.
Tiştê li Parîsê dibe barbarî ye, erebe û dikanên xelkê, malên dewletê kurd nekuştine. Wêrankirina malên xelkê û dewletê barbarî ye, tu têkiliya wê bi protestoyê tune ye.
Tirk her roj me dikujin, em nikanin xîçekî bavêjin ji pûlisên tirk da, newêrin kutuyeka zibil a tirkan bişkînin.
Lê em Parîsa em ji zulma tirkan, ereban û farisan sitirandiye wêran dikin. Ev ne rast e, bêexlaqî ye, bêwefayî ye. 

XXX

Şiklê protestoyên li Parîsê dibin rezaleteke mezin e, dijminatiya miletê kurd e, xerakirina îmja kurdan e.

Yên Parîsê wêran dikin, zirarê didin mal û milkên xelkê kurd in, ne kurd in nizanim, lê kî bin jî ne dostê kurdan in. Dijminên me jî dixwazin kurd ne medenî, wiha barbar bin.

Îhtîmal e hin sûtal, îslamîst û neyarên demokrasiyê viya dikin. Heger kurd ne terefdarê vê vandalîzmê, vê barbariyê ne dibê bibêjin em jê bêrî ne, em kurd cilqiyên wiha nakin.

XXX

Bûyera Parîsê û kuştina sê kurdan û birîndarbûna 4 kesan trajediyeke mezin e, ez pir li ber ketim, pir xemgîn bûm. Ji malbatên hersê kesên di vê bûyera bêtalih, trajîk da hatine kuştin sersaxiyê, sebrê û metanetê dixwazim. Xwedê sebrê bide wan.

Piştî bûyerê hin kes, hin der û dor dixwazin vê meselê îstîsmar bikin û bi navê kurdan hin tevliheviyan derxin. Dibê kurd bi aqilî selîm û siyasî hereket bikin û êrîşî hukûmetê nekin. Hukûmeta Fransayê xêra kurdan dixwaze. Hîn wê rojê 21 wezîrên fransî piştgirî dan Kurdistana Rojava. Dibê em bi destê xwe xelkê nekin dijminê xwe. Tirkiye, hin kesên provakator kanin li ser navê kurdan hin xerabiyan bikin. Dibê kurdên wir şiyar bin, neyên lîstika dijminên me.

Navên hersê hatine kuştin ev in:

Sitranbêj Mîr Perwer, Emîne Kara û Evdirehman Kizil e.

 2022-12-24

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE