25 december 2022

Îro bîranîn tune

Di bîranînên xwe da hêdî hêdî nêzî dawiyê dibim. Heta dawiya salê ewê biqedin. Îro min tiştek nenivîsî ye, tu not negirtiye.

Sebeb çi ye nizanim. Tiştê xuya dike di rojên dawiya salê da min pir kêm not girtiye.
Li Swêd hinge dinga Noelê û ya sersalê tim pir e, meriv pir meşxûl e.

20-30 kes her roj bi dûzan bîranînên min taqîb dikin, dixwînin. Ji bo xatirê wan ez vê agahdariyê didim.

Ez dixwazim îsal ji pê ra van bîranînên xwe bikim kitêb, nêt û haziriyeke min a wiha heye. Hêvî dikim hesabê min şaş derneyê, ez wan wek kitêb çap bikim.

Di blogê da him xwendina wan zor e, him jî ne ebedî ne, bibe kitêb baştir e. Înşela gelşeke ne di hesêb da derneyê.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE