24 december 2022

Îro Noel e û em nexweş in

Îro ”Julafton”a swêdiyan e, yanî roja berî Julê(Noelê) ye. Her kes di malika xwe da ye. Wek roja erefeyê ye. Lê swêdî îro(Julaftonê)wek roja Cejna Remezanê û Cejna Qurbanê pîroz dikin.

Diyariyên/xelatên zarokan îro tên dayin. Xwarina Julê(Noelê)îro tê xwarin. Sê rojan tahtîl e, dahîreyên dewletê girtî ne, her kes li mala xwe ye.

Sibe ”Juldagen” e, dusibe Annandag Jul e.
Yanî îro roja Erefê ye, sibe Noel e, dusibe jî roja duda ya Noelê ye.

Ez û xanim bîstek berê çûn saetekê geriyan û hatin. Nedixwest were, min bi zor bir.

Hewa 8 derece di binê sifirê da sar e. Dinya çîp sayî û rojeka xweş hebû. Me bîstekê xwe da ber rojê û li xweşikiya xwazayê temaşe kir.

Ji serma erd bûbû bizmar, çûk li hewa diqefilîn.
Berf tune ye, lê qirsayî ketiye, erd, gîha di bin tîrêjên rojê da wek kirîstalan şûle dida.

Di Julê(Noelê) da tunebûna berfê swêdiyan xemgîn dike, di Julê da dibê berf çongekê li erdê be û dinya sar be. Lê di van salên dawî da ji bêşansiya wan ra di Noelê da berf nabare.

Çendakî berê pir barî, heliya. Lê ketina qirsayîyê û serma îro wek berfê ye, erd sipî dike, dibriqe…

Ev 4-5 roj in bi babêşê ketime halê min tune ye. Do bi şev kuxê nehîşt xew bi çavê min bibe. Xanim jî dikuxe lê ne qasî min.
Ji bo ku xanimê jî bêxew nehêlim min çû xwe li salonê li ser dîwanê dirêj kir.
Heta destê sibê jî kuxukê dev ji min berneda. Min do çû heba kuxukê (Nîpaxon 50 mg) kirî, ji do da ye duxum lê min hîn tu fêda wê nedîye.

Bapêş û kuxuk ne bes e, van rojan tim berşokî me, yanî çi dixum madê min tirş dibe. Du sê babet hebên min ên berşoşkê hene, wan dixum lê bêfêde ye.

Welhasil di vê Noelê da ne ez, ne jî xanim, em ne li ser siheta xwe ne, em herdu jî bi bapêşê ketine û dikuxin.

Nizanim çima, ev meh meheke bela ye, di vê mehê da em nexweş dikevin. Îsal jî wa ye eynî tişt e…
 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE