24 december 2022

Çend rêz ji bîranînên min -330-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

XXX
1996-12-24

Elî Tuysuz îro telefonî min kir, got em dixwazin tu ji kovara Avaşîn ra nivîsekê binivîsîne. Got hetanî 20-25 rojan tu bikanibî bigihînî vê jimarê ewê pir baş be.

Min got sipas ji bo pêşniyara te. Lî ez nikanim nikanim bigihînim vê jimarê çimkî ex gelkî meşxûl im. Ji bo rojên pêş ez nikanim sozê jî bidim.

Lê wek prensîb ez ne li dijî alîkariya bi kovar û rojnameyên kurdî ram e. Me li hev kir piştî serê salê(3/1-97)emê hevdu bibînin. Ewê kovarê ji min ra bîne.

Xwest ez herim Enstîtuya wan, em li wir hevdu bibînin, min na, em li dereke din hevdu bibînin.
Ji min pirsî, got tu yê kanibî ji me ra nivîsan rast bikî?

Min got ji viya ra ez kanim bibêjim erê. Heger wexta min hebe di vî warî da ezê bi kêfxweşî alî we bikim.

XXX
1999-12-24

Mîrhem Yîgît telefon kir, got di 6ê mehê da li Enstîtuya Kurdî Reşo Zîlan, Heyder Diljen û Ahmed Tîgrîs(Amed Tîgrîs) li ser zimanê zikmakî ewê semînerekê bidin. Em dixwazin tu jî werî.
Min got baş e, ezê bêm.

Berdevkên dewleta Tirk van rojana gelek tiştan dibêjin, qala gelek gavên nuh dikin.
Lê meriv nizane çiqasê wan propaganda ye, çiqasê wan bi rastî dixwazin bikin?
Tirk nuha xwe di nabêna çakûç û hors de dibînin.


XXX
2000-12-24

 Merheba hevalo!

Salim*, min nameya te ya mişt înformasyon bi dilşadiyek mezin xwend. Gelek spas.

Wek te jî wa ye bihîstiye, pir mixabin dawiya dawî Ezraîl çû li deriyê Mahmûd Baksî jî xist (19/12)û ew jî mecbûrî koça dawî kir. Xwedê rahma xwe lêke!

Esas ev demek bû li nexweşxanê bû û meriv dizanîbû li ber çûyinê ye. Du roj berî mirina wî Heyder Diljen û Mahmûd Lewendî çûbûn ser.
Heyder ji min ra qal kir, lê negot malê mirinê ye, lema jî ez neçûm ser. Min bizanîbûya ezê biçûyama ser. Ewê dilê wî xweş bibûya.

Rahma Xwedê lêbe!
Lê ji alîkî da jî ji ezabekî mezin xelas bû, çimkî ew halê ew tê da bû nedihat kişandin.

Heta roja dawî jî birayê wî Lutfî û lawê xwe neçûbûn ser, şeş seet berî mirina wî ji nexweşxanê telefonî Lutfî dikin, dibêjin were, birayê te li ber mirinê ye. Min wer bihîst.
Lutfî û lawê xwe û mlabat giş diçin digihîjin ser û hev û du helal dikin.
Yanî berî mirina wî ferdên malbata wî hemû diçin ser. Dibêjin ew bi vê yekê gelkî kêfxweş bûbû.

Lutfî şîna wî li mala xwe danî, ez çûm mala wî. Wekî din, Apociyan jî li Enstîtuyê du sê rojan zîyaretên serxweşîyê qebûl kirin. Him di telewîzyonê da, him jî di rojnameyên xwe da gelek qedir û cî dan wefata wî. Hîn jî li ser dinivîsînin.
Helbet hinek kesên wek Mihemed Ûzûn jî di vê nabênê da ji bo xwe nangenimîyê yanî şelafiyê dikin. Ez  texmîn dikim di rojên pêş da ewê qala gelek temî û wesîyetên rahmetî bikin.

Li ser temiya wî ewê cenazeyê wî bibin Diyarbekrê, ba gorra dê û bavê wî.
Tiştekî din jî, dîsa li ser temî û wesiyeta wî ya li Swêdiyan, divê ala Swêd jî li ser gorra wî bête daçikandin!
Yanî tu dibînî, bi rastî jî rahmetî çuqasî jîr û hoste ye û dizane xweş bike!
Ji ber vê hosteyiya wî ez heqê xwe wek şîrê diya wî lê helal dikim.

Yaşarê hemşeriyê min(Yaşar Oguz) ji bo şandina welêt dixebite, ez nizanim Tirkiye ewê tu gelşê derxe ya na. Yanî divê bişînin Diyarbekrê. Heger bihêlin ez bawer dikim ewê merasima çenazê wî pir qelebalix bibe. Çimkî di nav kurdan da gelkî tê naskirin. Û milet jê hez jî dike.

Nuha seet 23. 45e, yanî Julafton e û li Stockholmê berf tuneye, heta dibe ku li der ve jî ne mînûs be. Lema jî ji bo Swêdiyan helbet kul e!

E.maîla Yilmaz min anuha jê girt:bavêroza@hotmail.com
Min silavên te jî jê ra gotin.

Ez bi ber vê efûya çetan nakevim. Yanî ezê hîn çend salên din jî ji xwe ra têra dilê xwe xeyal bikim.

Ez û maliya xwe Hêvî Cêjna we ya Remezanê û sala we ya nû pîroz dikin, ji te, ji xanim û ji zarokên te ra sihet û dilşadiyê dixwazin û hêvî dikin sala 2001ê ewê ji bo gelê me bibe sala serkeftin û azadiyê. De bi xatirê te û bimîne di kêf û xweşiyê da
*Salim Çwlîker

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE