23 december 2022

Li Parîsê jî bela rastî me kurdan hat

Li Parîsê yekî 69 salî li Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya 3 kurd kuştine û 4 kes jî birîndar in.

Qatil kî ye, ji çi miletî ye, sebebê êrîşê çi ye hîn baş ne zelal e.

Lê wer xuya dike êdî ne li Kurdistanê û li welatên dagirker tenê, li Ewrûpayê jî jiyana me kurdan di talûkê da ye.

Dijminên me li her derê jiyan li me kirine dojeh, ewlekariya me li Ewrûpayê jî tune.

Em kurd bûne wek keriyekî bê şivan û bê kûçik, li tu derê sitara me tune ye.

Dijminên me jî, faşîstên ewrûpî jî bêtirs êrîşî me dikin, me dikujin.

Piştî bûyerê hin teşxele çûbûne, hin kes êrîşî pûlisan kirine. Tiştê bûye helbet trajediyeke mezin e. Lê beşdarbûna teşxeleyan emê zirarê bidin xwe. Dibê kurd tevî tiştên wiha nebin. Pevçûna bi pûlisan ra ne li kara me ye.

Ji hersê kuştiyan yek jî sitranbêjê dengxweş Mîr Perwer e. Pir li ber ketim. Qey ev jî bêşansiya me kurda ye. Bela hat rastî me kurdan hat.

 
xxx

Heger partiyên kurdan yên mezin, yên xwedî hêz gurra Amerîkayê kiribûna nuha kurd li başûr jî, li rojava jî azad bûbûn û Kurdistan ava bûbû. Serê sala ye Amerîka ji kurdan ra dibêje xelasiya we di yekîtiya we da ye, yekîtiya xwe çêkin û bibin xwedî dewleteke serbixwe.

Lê serokên kurdan dev ji berjewendiyên xwe yên şexsî û bernadin, guh nadin gotinên Amerîkayê û dostên xwe yên din û bi alîkariya dijminên xwe neyartiya hev dikin. Lema jî ne kurd azad dibin, ne jî Kurdistan ava dibe.

Yanî sebebê li başûr û li rojavayê Kurdistanê kurd hîn azad nebûne ne Amerîka ye, kurd in, di vî warî da sûcê serokên kurdan ji yên dostên wan zêdetir e.

XXX
Ji ber ku Amerîkayê destûr neda êrîşê bibin ser kurdên binxetê û Kurdistana Rojava dagir bikin har bûne, wek gurên har bi kurdên êsîr ketine.

Vêsê bi berbangê ra li Amedê, li Anqerê û li hin bajarên din girtine ser malên kurdan û gelek endam û berpirsiyarên DBPê girtine.

Hêrsa xwe ji kurdên bindest digrin. Ev zêdeyî mehekê ye her roj vê zulmê li kurdan dikin. Ev terora dewletê ye. Hûn çi namerdiyê bikin jî kurd ewê azad bibin, hûnê jî bela xwe bibînin.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE