23 december 2022

Ji mahkimeyeke Swêd biryareke skandal

11 kesên di 15ê nîsanê da li mehela Rînkeby bi ço û keviran êrîşî pûlisan kiribûn, gelek pûlis birîndar kiribûn û gelek erebeyên wan şewitandibûn sûcdar nehatine dîtin, mahkimê îro giş bêsûc dîtine, serbest kirine.

Mahkimê gotiye ”kevirên avêtine ji pûlisan da zêde ne mezin bûne û meriv nikane îspat bike hedefa wan pûlis bûne, kevir bêhemdî çûne li pûlisan ketine.”

Dîsa li gorî mahkimê ew bi rengekî organîze neçûne ciyê bûyerê, yek bi yek çûne û kevirên avêtine jî meriv nikane îspat bike avêtine ji pûlisan da, belkî bêhemdî çûbe li pûlisan ketibe.

Ez dirêj nakim biryareke tam skandal e, qeşmerî ye. Tu ferqa vê mahkimê û mahkimeyeke Tirkiyê Tuneye. Ev biryara mahkimê ne edlî û huqûqî ye, siyasî ye.

Ez tiştekî din jî bibêjim. Bi baweriya min ev îslamîst li ser daxwaza serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan hatin azadkirin. Çimkî pûlisan gelek fîlm pêşkêşî mahkimê kirine.

Di fîlman da him şexs baş tên naskirin, him jî çawa bi şiklekî organîze bi sedan kes êrîşî pûlisan dikin.

Hinek keviran ji erdê radikin, hinek dişkînin, hinek jî li êrîşkaran belav dikin.

Di fîlman da ev tişt giş hene, lê bi texmîna min Erdogan zext da ser hukûmetê, got dibê hûn van merivên min ceza nekin, gişan ji sûc azad bikin.

Hukûmetê ev daxwaza Erdogan qebûl kir û emir û zor da mahkimê, bi zor ev biryara skandal pê da girtin.

Çimkî li gorî belge û delîlên di destên pûlisan da û li gorî qanûnan ne mimkûn bû ev însan ceza nebin. Her kes li bernde cezayên giran bû.

Lê helal be ji Erdogan ra, mêrik bi rastî jî Swêd kir Tirkiye, qanûn manûn hemû pûç kirin, dan aliyekî.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE