23 december 2022

Berpirsiyarên Swêd wer bawer dikin bi şelafiyê ewê Erdogan nerm bikin

Berpirsiyarên Swêd bi şelafiya ji serokê Tirkiyê Erdogan ra xwe ji bin da hetikandin, welatê xwe jî rezîl kirin. Yek bi yek diherin xwe davêjin dexlê serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan.

Geh serokwezîr Ulf Krîstersson dihere Erdogan zeyt dike, geh heyet diherin sozên bi dizî didin Tirkiyê.

Do jî wezîrê karên derve Tobîas Bîllstrom çû ber nigê Erdogan û Mevlud Çavuşoglu. Bîllstrom jî gotiye, ”PKK ji bo Swêd ne xeter e, lê belê ji bo Tirkiyê xetereke pir mezin e, em viya pir cidî dibînin.”

Di van 40- 50-salên dawî da li Swêd ev cara pêşî ye hukûmeteke hewqasî xerab û navê Swêd lekedar dike hatiye ser hukim.

Serokwezîrê Swêd Ulf Kristersson û Tobîas Bîllstrom riya endametiya Swêd a NATOyê di hustuxwarî û şelafîya Erdogan da dibînin. Lema jî diherin xwe davêjin bextê wî, dibêjin ji me bawer bike, em jî bi qasî te li dijî ”terorîstan” in.

Lê Erdogan û Çavuşoglu carê ba li wan aniye, fêm kiriye ew ne tu meriv in, lema baş pê li serê wan dikin.

Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlud Çavuşoglu, di preskonferansê da wezîrê karên derve yê Swêd Tobîas Bîllstrom rezîl kir, derseke baş dayê.

Bîllstom wek pisikê xwe qurnisand, rebeno ji tirsa newêrîbû bigota kirt.
Çavuşoglu di preskonferansê da ji Bîlstrom ra got:

”Hûn baqil bûn, lê têrê nake. Terorîstan hemûyan dersînor bikin. Kontoyên wan bigrin, dest deynin ser mal û milkên wan. Guh nedin qanûnên xwe.”

Wezîrê welatê ji bo mafîyayê, ji bo bazirganiya narkotîkayê, ji bo pereyên reş, ji bo tîcareta însanan û qaçacîtiya her babet karên xerab bihuşt e viya dibêje!

Bîllstom piştî konferansê ji medyayê ra gotiye, ”pêşketin heye, lê dibê em gelek hevdîtinên din bikin…”
Yanî em hinekî din jî xwe pîs û Erdogan jî zeyt bikin.

XXX

Swêd jî, dinya alem jî zane Tirkiye li ser kurdan neheq e, Tirkiye zulemeke mezin li kurdan dike. Di êrîşên ser Kurdistana Rojava da tirk ji erd hetanî ezmîn neheq in, kurdan tiştek bi wan nekiriye. Ji bo ku kanin bi kurdan vê zulmê li kurdan dikin.

Her kes vê rastiyê zane lê dîsa jî hustuyên xwe li ber Erdogan xwar dikin.

Heqiyê di destê neheqiyê da barre barr e. Pere û xurtî tim zora heqiyê dibe. Tirk him ji me xurttir in, him jî perê wan heye. Lema jî Swêd xwe davêje dexlê dîktatorekî wek Erdogan.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE