Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.
XXX
1986-12-23
Îro saet di 17.00a da em nûnerên çend hêzan ji bo
belavkirina beyaneke mişterek li Federasyonê civiyan.
Berî civîn dest pê bike min got:
"Çaxa hevalê KÎPê(Vîldan Tanrikulu) bibêje ji
alî huqûqî da em KÎPê tesmsîl nakin, bi navekî din beşdar bibin emê beyanê îmze
bikin, lê gava viya nebêjin em bi KÎPê ra îmze nakin."
Vîldan got, ”em KÎP in û li ser navê KÎPê dipeyivin û emê beyanê jî bi wî navê îmze bikin.”
Min got, nuha her kes bi rehetî wiha dibêje, lê dema gelşên hin hêzan hebû wiha nedigotin.
Berpirsiyarê TKSPê fêm kir qesta min ew e, got, ”me bi Roja Welat ra tu carî tiştek îmze nekir, lê we û KUKê bêprensîbî kir, we bi wan ra kar kir."
Dûra jî got, mesela xwe hel kiriye, nuha jî heqê we tuneye hûn viya ji me bixwazin.
Min got, me di warê demokratîk da bi Roja Welat ra kar dikir. Lê wek ew wek komel jî qebûl nedikir. Û Roja Welat nedigot em TKSP ne.
Got, ”ji bo me ferq nedikir, me ew wer qebûl dikirin.”
Li ser vê meselê em gelekî peyivîn. Hevalên civînê gişan şêla me neheq dîtin. Lema min beyan îmze nekir, civîn terk kir.
Min zanîbû ewê wiha bibe. Dibê em dev ji vê înada xwe berdin. Ezê vê meselê bi hevalan ra bipeyivm.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar