18 december 2022

Çend rêz ji bîranînên min -325-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

XXX
1986-12-18

Ez çûm Kurdistan Pressê, min tîprêziyê û mîzanpajê 3000 kron da. Gotin 3 hezar hindik e, 3925 kron xwestin. Min jî got pir buhaye. Min got heger hûn bi 3 hezar kronî çap bikin emê tim bînin ba we.
Gotin na, 3 hezar kron pir hindik e, me ji we ra pir hindik gotiye, em nikanin erzantir çêkin.


Ez bi Mûrad Ciwan û hevalên din ra peyivîm, min rewş ji wan ra got. Wan jî got 4 hezar pir e. Ez bawer dikim emê nikanibin li Kurdistan Pressê çap bikin. Emê bi hevalan ra bicivin, hesabê xwe bikin. Lê perê me tune ye. 

Me bikanîbûya li Kurdistan Pressê çap bikira ewê baş ba. Çimkî him Xweşik çap dibe, him jî em kanin bi şev, bi roj herin li wir bixebitin.

XXX
2012-12-18

Ez Osman Ozçelîk hez dikim. Kurdekî baş e, saxlem e. Berî 1980î li Wêranşarê ezexaneya wî hebû, ji wê demê da ye em hevalên hev in. Ez dixwazim li Diyarbekrê wî bibînim, bîstekê pê ra rojên borî yad bikim. Min jê ra nivîsî:


"Osman merheba!
Osman, ezê 25-ê vê mehê werim Diyarbekrê û heta piştî serê salê li wir bim. Heger tu li Diyarbekrî em hev û du bibînin. Gelo ez çawa û li ku dikanim te bibînim?
Gelek silavên biratiyê telefona min ya welêt ewê ev be..."


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE