17 december 2022

PENA KURD karekî pir hêja kir !

PENA KURD îro li Stockholmê li Kitêbxaneya Kurdî bi şahiyeke mikemel du nivîskarên biyanî û du nivîskar û kurdên pir hêja, qedirbilind ji ber ked û xebata wan xelat kirin.

Du nivîskar, întellektuel û rêvebirên PENA Navnetewî Terry Carlblom û Eugene Schoulgin ji bo ku bi salan piştgiriya nivîskarên kurd kirine û du nivîskar, lêkolîner û kurdperwerên hêja M. Emîn Bozarslan û Refîq Sabir ji ber ked û xebata wan a ji kurd û Kurdistanê ra, ji edebîyat, tarîx û zimanê kurdî ra kirine bi plaketeka PENA KURD xelat kirin.

Civînê saet ji 12.00a hetanî 17.00 dom kir. Civîn bi kurmancî û îngilîzî bû. Berîvan Doskî xanimê bi kurmancî û îngilîzî moderatiriyek pir serketî kir. Ez wê pîroz dikim.

Berpirsiyarên Navenda PENA Kurd haziriyeke pir baş kiribûn. Li ser jiyan, xebat û berhemên herçar kesan jî nasandineke pir baş kirin, nivîskî jî li gudaran belav kirin.


Seydayê M. Emîn Bozarslan ji ber nexweşiyê nikanîbû beşdarî civînê bibe, lê silavên xwe şandibû û ji bo vê qedirşînasiya PENA Kurd jî pir kêfxweş û dilşa bûbû.

Bi hersê nivîskarên din din ra yek bi yek sohbetek kin hate kirin, dûra wan jî qala kar û xebatên xwe kirin.

Di dawiya civînê da demek kin ji bo muzîkê hat veqetandin, hin kesan kilam gotin û şiîr xwendin.

Salihê Kevirbirî  jî hatibû civînê. Salih ne nifîskar, rojnamevan û wergêr tenê ye, sitranbêjekî ne xerab e jî. Wî jî bi çend kilamên xweş em îhya kirin. Camêr destvala nehatibû, bi xwe ra ji min ra kitêba ”Rahman in Adalatî/Edelata Rehman” jî anî bû. Pir memnûn bûm, mala wî ava be.
Weşanxaneya SÎTAVê ev berhema hêja çap kiriye. Kitêb 923 rûpel e, bi cild e.

"Rahmana in Adaletî/Edaleta Rehamn" a lêkolîner Nîyazî Bayramoglu, Salihê Kevirbirî ji tirkî wergerandiye kurmancî û bi herdu zimananan bi hev ra çap kirine.

Niyazi Bayramoğlu, ayetênTewratê, Zebûrê, Încîlê û Quranê di Edaleta Rehman da topî ser hev kirine û Salihê Kevirbirî jî ev berhema hêja kiriye kurmancî.
Sipasiyeke ji dil ji bo vê diyariya hêja.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE