17 december 2022

Kurd çima ne bi kurdî, bi tirkî dipeyivin?

Li ser sebebên kurdên Kurdistana Bakur çima hewqasî pir asîmîle bûne, çima bi hev ra, bi zarokên xwe ra bi kurmancî-zazakî napeyivin, çima tirkî kirine zimanê xwe gelek tişt tên gotin, gelek sebeb tên rêzkirin.
Sebeb hinek rast in, hinek ne rast in. Hinek qal û qîlên vala ne, hincetên ne cidî ne.
Bi baweriya tenê sebebekî esasî û sereke heye, ew jî ev e:

Kurdên bi tirkî dipeyivin, kurdê dev ji tirkî bernadin naxwazin kurd bimînin, dixwazin pêsîra xwe ji kurdbûnê xelas bikin û bibin tirk.
Sebeb tenê ev e. Sebebên din giş behane ne, hincetên vala, ne cidî ne...

Hinek di şiûra vê tercîha xwe da ne, bi zanetî tirkî tercîh dikin, hinek ji cahiliya xwe viya dikin. 

Lê sebebê esasî naxwazin kurd bimînin, dixwazin ji kurdbûnê xelas bibin.
Gava bi kurdî nepeyivin, gava kurdî fêrî zaokên xwe nekin ji "mohr û bela" kurdbûnê xelas dibin.
Çimkî îro li Tikriyê kurdbûn û her titşê girêdayî kurdayetiyê talûke ye, serê meriv dixe belayê. Tu tiştek, tu nasnameyek bi qasî zimên kurdan ji tirkbûnê bi dûr naxe, nake kurd.
Ji bo wê jî însan dixwazin xwe ji vî agirî, ji vê belayê dûr bixin, xwe jê bişon.
Yê bixwaze kurd bimîne li çarşî û bazarê bi kurdan ra bi tirkî napeyive, bi zarokên xwe ra, bi hevalên xwe ra bi tirkî napeyive.

Li ser asîmîlasyonê tiştên din yên kurd li dû hev rêz dikin yek jî ne sebebekî esasî ye, giş sebebên talî ne. Ji ber ku kurd (kesên guh nadin kurdî, bi tirkî dipeyivin) naxwazin kurd bimînin. Dixwazin bibin tirk.
Viya eşkere nebêjin jî rastî ev e.

Yê bixwaze kurd bimîne dev ji zimanê xwe bernade, tirkî nake zimanê xwe û zarokên xwe. Her kes zane kurdî here muzîka kurdî, edebîyata kurdî (kurmancî-zazakî)jî namîne.

Fîdel Aliş:
Keko Du zarokên min heni. Keçika minî ewil li Mersînê li metropola tirka hat dine. Ez jî û hevjîna min jî em bi kûrdî bi keça xwe re diaxivîn. Keça min bû çarasalî em vegeriyan, me bar kir welet. Keça min bû 5 salî, me şand dibistanê. Anha emrê wê 11 salîyi. Ez bi kurdî pê re diaxifim, lê ew besiva min bi tirkî dide û ez dinêrim li sikakê zarok li cem hev bi tirkî diaxifin. Ev ne bela dê û bavayi, tirkî zimanê xendinê û dibistanê yi, zimanê bazarê yî û ezû hevjîna xwe jî li mal em tû carî bi hevre tirkî naaxifin, de ka îjar tu bêjî gelo sucê me çîyi?

Zinarê Xamo:
Hûn dev ji kurmanciya xwe bernedin, pê ra tu carî bi tirkî nepeyivin. Tiştê ji we tê ev e. Yê din derî îradeya we ye. . Ya muhîm hûn pê ra bi tirkî nepeyivin.

Sebebê zarok li kuçê bi hev ra bi tirkî dipeyivin ew bi kurmancî nizanin, heger dê û bavên wan jî wek we bi zarokên xwe ra bi kurmancî peyivîyabana zarok jî ewê bi hev ra bi kurmancî bipeyiviyana.

Li gundên me, li Qerejdaxê zarok bi hev ra bi kurmancî dipeyivin. Çimkî li malên xwe jî bi bi kurmancî dipeyivin.

Em zarok bi hev ra kurmancî dipeyivin, çimkî wê çaxê zimanê her malê kurmancî bû.

Yanî sûc ne yê zarokan e, yê dê û bavan e, piraniya dê û bavan dev ji kurmancî berdane, bi zarokên xwe ra bi tirkî dipeyivin. Loma zimanê zarokan jî li kuçê bûye tirkî.

Lê hûn kurmanciya xwe dom bikin. Li Swêd jî rewş eynî ye, li mal em bi wan ra bi kurmancî dipeyivin, li der ziman swêdî ye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE