17 december 2022

Çend rêz ji bîranînên min -324-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

XXX
2000-12-17

Merheba!

Keya*, bi baweriya min piştî meriv karekî neke ne rast e meriv di organekê da çî bigire.
Mimkûne rewş û şertên we hatin guhertin û êdî hewcedariya we bi hebûna komîteyekê nema.
Ku hebûya me yê di nav van heft heyşt mehan da carekê civînek çêkiriba. Ji ber vê yekê jî hebûna komîteyeke naxebite pir bêmaneye.

Bi kêmasî ez wiha difikirim. Loma jî bi vê nameyê ez ji komîteyê** îstîfa dikim. Û ez dixwazim tu vê xeberê bidî hevalên din jî.
Lê di vê biryara min da tu dilmayin ya jî xeyd tuneye. Federasyon do ji bo min çi bû îro jî dîsa ew e.

Ji nuha da di hemû kar û barên we da ji we ra serkeftinê dixwazim.

Zinarê Xamo
*Keya Îzol serokê Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêd e. 
** Min negotiye kîjan komîte ye. Ya komîteya giştî ye, ya jî komîteya rawêj e. Herdu jî organên Federasyonên ne.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE